​​​​​​​Hilweşîna aboriyê Lubnanê ber bi nediyarbûnê ve dibe

Li Lubnanê li gel krîza siyasî û helweşîna aborî, çalakiyên protestoyî yên bi dirûşmeya "şoreşa birçiyan" belav dibe. Ev yek îhtimala şerekî nû di navbera artêş û hemwelatîyan de derdixe holê.

​​​​​​​Hilweşîna aboriyê Lubnanê ber bi nediyarbûnê ve dibe
2 gulan, 2020   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN – AZAD SEFO

Ji ber hilweşîna aborî, binkeftina pereyên Lubnanê welatî dîsa daketin kolanan û xwepêşandanên li dijî siyasetên hikûmetê dane destpêkirin. Di xwepêşandan de pevçûn di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de qewimî, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

LÎREYA LUBNANÊ HILWEŞIYA

Xwepêşandanên welatiyên Lubnanê yên li dijî krîza aborî bi tedbîrên li dijî Koronayê û rawestandina tevgerê re zêde bûn. Li aliyekî din jî nirxê pereyê Lubnanê ji sedî 50 daket, her wiha bankan bend li ser sermayedaran ferz kirin.

DI NAVBERA ARTÊŞ Û XWEPÊŞANDARAN DE PEVÇÛN DERKETIN, BIRÎNDAR ÇÊBÛN

Duh li bajarê Terablusê bêdengî serwer bû. Şeva roja Sêşemê di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandaran de şer rû dabû. Di encamê de 47 kes birîndar bûn. Di nav de 4 leşker hebûn, şer heta saetên derengî şevê dom kir. Bi taybet li bajarê Seydayê şaxê bankan hatin şewitandin camên wan hatin şikandin. Her wiha xwepêşandêran mala serokê hikûmetê yê berê Necîb Mîqatî dan ber keviran.

LUBNAN BER BI KRÎZEKE SIYASÎ VE DIÇE

Çavdêr dibêjin ku Lubnan ber bi krîzeke siyasî ya mezin ve diçe. Li gorî texmînan dibe ku di dema bê de ev alozî dijwartir bibe. Her wiha hişyarî têne kirin ku rewşa Lubanê ji wiha girantir bibe. Lê nêrîna siyasî derveyî xwepêşandan e, ji ber partiyên muxalif ji rewşa heyî dûr in.

Têkilêdarî rewşa Lubnanê nivîskar û rojnamegerê lubnanî Fadî Akûm ji ANHA‘yê re axivî.

‘KORONA JI DESTHILATDARIYA LUBNANÊ RE BÛ DERFETEK’

Fadî Akûm di destpêka axaftina xwe de got: "Rewş li Lubnanê aram nebûye, lê di du mehên dawî de ji ber belavbûna Koronavîrusê li Lubanê heta asekê hinekî bêdeng bû. Ev mijar ji desthilatdariya Lubnanê re derfeteke zêrîn bû. Lê mixabin hikumetê ev derfet bi kar neanî. Di encamê de ji ber mijara Koronavîrusê hinekî bêdeng bû. Li aliyekî din qîmeta dolar li beramberî pereyê Lubnanê bilind bû, ji ber vê yekê dîsa xwepêşandan destpê kirin."

Akûm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welêt tişt gelekî buha bûne. Her wiha mijara welatî nikarin pereyên xwe ji bankan bikşînin. Ev hemû li gel krîza Koronayê û nederketina ji malê komî ser hev bûn. Gelek saziyan îflas kirin, rêjeya bê kariyê gelek bilind bû. Ji ber vê yekê gelê Lubanên ji berê xurtir dîsa daketin qadan."

‘TIŞTA LI LUBNANÊ ÇÊDIBE ŞOREŞEKE RASTEQÎN A BIRÇIYAN E‘

Akûm destnîşan kir ku bûyerên ku li Lubnanê rû didin şoreşeke rasteqîn a birçiyan e û axaftinên xwe wiha domand: “Ji ber êşa xelkê bi taybet li herêmên xizan, Terablus û herêmên din gelek tevger bi awayekî otomatîk derketin. Tiştên wiha li her dewletekê ji ber xeztên aborî yên mezin çêdibin."

Fadî Akûm anî ziman ku gelek aliyên derve aliyên hundirîn hikum dikin û wiha pêde çû: “Aliyên derve ji krîza hundir sûdê digirin, destekê didin aliyên ku ser kar tevgerê dikin da ku qezenciyên siyasî bi dest bixin an jî aliyên muxalifên wê di aliyê siyasî de derbe bikin. Di encamê de heger aliyên derve yên di vê demê de dest di Lubnanê wer bidin, wê destwerdana wê tu giraniya xwe tunebe. Ji ber ku daxwazên gel ên jiyanî ne, ne daxwazên siyasî ne.”

 Akûm axaftina xwe wiha domand: “Hin aliyên derve hatin sorkirin da ku li hin herêmên Lubnanê tevbigerin. Eeger ji aliyê ewlehiyê ve werin eşkerekirin wê demê mafê rejîma Lubnanê ye ku wê bihêle an ku wan li dijî xwepêşandêran bi kar bîne."

‘BAKURÊ LUBNANÊ DESTPÊKA ÇIRÛSKÊ YE’

Fadî Akûm da zanîn ku xwepêşandan ne tenê li bakurê Lubanên hatin lidarxistin û got: "Di rojên dawî de çirûsk disa li bakur pê ket, tê zanîn ku bakur ji herêmên herî xizan ên li Lubnanê ye. Tevî ku gelek herêmên din hene di bin xeta xizaniyê de ne, lê herêmên bakur xwedî bandorên siyasî û dîrokî ne. Her kes dizane ku komên îslamî ji berê ji herêma bakurê Lubnanê derketin, ji ber vê ji wê demê li ser herêmên bakur û Terablus bi taybet ceze û xeta siyasî ya ji bo îstîsmarkirin û peydakirina derfetên kar tunene, sedem ew e ku ji tirsa ku komên îslamî jê sûdê bigirin."

‘BAKUR XETA ÎSLAMIYETÊ GUHART’

Fadî Akûm destnîşan kir êşa herî mezin li herêma bakur, gelek tevgerên mîna Hizbullah, Tevgera Emel ên şiî navê "Mehrûm" li herêmên başûr dikin, û got: "Berovajî vê yekê herêmên bakur herêmên herî xizan in, hejmarek mezin a ciwanan bê kar in. Derfet nîne ku derkevin derveyeî welat. Ji herêmên din bêtir herêma bakur eleqeyek jê re hate nişandan. Ji ber ku dikarî rûyê îslamiyetê biguhere, em dikarin bêjin ku xwepêşandar li bakur derketin û li tevahî herêmên din belav bûn."

‘NABE KRÎZA SIYASÎ JI YA ABORÎ WERE CÛDAKIRIN‘

Nivîskar û rojnameger Fadî Akûm got:"Bi ti awayan nabe em krîza siyasî ji krîza aborî ya Lubnanê cûda bikin. Herdu bi hev girêdayî ne.

Binesaziya siyasî li Lubnanê li ser bingeha têgihiştinên siyasî, aborî û parvekirinê ta li ser gendelî, pere û qezenciyan e. Pirsgirêka aboriyê sedema wê gendeliyê bû. Qeyrana siyasî bi aborî re têkildar e, qeyrana aborî bi siyasetê ve girêdayî ye. Ne gengaz e ku Lubnan bê çareseriyek siyasî ji krîza aborî derkeve. Ev çareserî divê berfireh be û tevahiya grûpa desthilatdar hilweşe."

‘PÊŞEROJA LUBNANÊ BER BI KETINÊ VE YE’

Têkildarî pêşeroja Lubanên Fadî Akûm got: "Lubnan ber bi ketinê ve diçe. Heger ev tişt di ragihandinê neyê gotin jî, lê bi rastî bûye dewletek  hilweşiyayî. Sedema vê yekê hakimên wê yên binkeftî, yên ku cilên leşkerî danîn û cilên reş li xwe kirine ne. Ev kes bûn wezîr, serok û cîgir. Lewra heger çareseriyek bi lez neyê peydakirin dê rewşa li Lubnanê veguhere teqîneke civakî ya mezin. Dê bi xwe re şerekî navxweyî yan jî pevçûnên di navbera hêzên rewa û welatiyan de bîne. Nemaze ku hîna rêzgirtina gelê Lubnanê ji artêşê re heye. Ji ber ku saziya tekane ji saziyên dewletê ye ku jê re rêz tê girtin."

Fadî Akûm destnîşan kir ku divê sûd ji vê derfeta zêrîn were girtin û hikûmeke leşkerî were ragihandin da ku demekê welat bi rêve bibe, ta çareseriyeke lezgîn ji bo bidawîkirina krîza aborî were dîtin. Akûm got: “Piştre qanûnek nû ji bo hilbijartinan were danîn, li pey wê hikûmeta nû serokê wê yê nû werin hilbijartin. Hêvî girêdayî rola artêşa Lubnanê û  kesên kevn ên paqijî ên din hêzên çekdar de ne. Ev kesane dûrî siyaset, madiyet û partiyetiyê ye.”

‘XWEPÊŞANDAN NE JI BERJEWENDIYÊN ÎRANÊ NE‘

Derbarê, eger têkiliyên Îranê bi rûdanên li Lubnanê re hene, Akûm got: “Pir zehmet e ku Îran karibe derbasî bakurê Lubnanê bibe û li wir tev bigire. Berojvajî vê yekê, ji berjewendiya Îranê ku xwepêşandaran bisekinin. Ji ber ku ziyan dighîne Hizbullahê û wê bi têkçûyîna rewşa aborî tewambar dike."

Nivîskar û rojnameger Fadî Akûm di dawî de got: " Cezayên li ser Lubnanê têne birin ji ber nêzîkatiyên Hizbullah û girêdana wê bi Pasedarên şoreşger ên Îranê ve ye. Di encam de ragihandina rêveberiya xweser a li başurê Yemenê û destpêka xwepêşandanên li Lubnanê bi hev ve girêdayî ne. Texmîn nakim tu gotina destê Îran di Lubnanê de heye rast be. Dibe ku di demên bê de rola Tirkiyê – Îranê di başûrê Yemenê de eşkere bibe. Lê ji bo Lubnan wekî ku diyar e bêdengî û dûrketina ji nêrîna Hizbûllah jiberjewendiyên Îranê ne."

 ANHA