‘Helwestên Ocalan ên ji bo pêkanîna yekitiya Kurdî gelekî bi nirx in‘

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd kir ku nakokiyên partiyatî yên teng, nexasim ên têkildarî herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, deynin aliyekî û ji bo xizmeta yekitiya neteweyî ku Rêber Ocalan banga wê kir, bixebitin.

‘Helwestên Ocalan ên ji bo pêkanîna yekitiya Kurdî gelekî bi nirx in‘
30 nîsan, 2020   13:48
HELEB

Bi dehan endamên Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo balê bikişînin ser banga Rêber Abdullah Ocalan ya derbarê yekitiya netewî de, li gel girtina tedbîrên li dijî Koronavîrusê li qada Cebanat a li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyaniyek dane.

Daxuyanî hemwextî bagewazî û hewldanên aliyên Kurdistanî yên pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurdî li gel aloziya li herêma Zînî Wertê ya li qontara Çiyayê Qendîlê, pêk hat. Beriya çend rojan artêşa Tirk rojan herêm topbaran kiribû û  Partiya Demokratîk a Kurdistatnê (PDK) hêza xwe li herêmê xurt kir.

Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin:

"Piştî ku PDK`ê û YNK`ê hêza xwe li Zînî Wertê xurt kir ku çiyayên wê li hemberî çiyayê Qendîlê yê herêmên Parastinê yên Mediyayê yên HPG`ê dikeve, aloziya li herêmê kûr bû. Herêma Zînî Wertê ji salên 70`î yên sedsala borî de ji hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê hatiye valakirin. Dewleta Tirk hewl dide ku şerê li wê herêmê bi kar bîne da herêmên serweriya xwe li Başûrê kurdistanê berfirehtir bike."

Wekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî em yekkirina helwestên tevgera niştîmanî ya Kurd li Rojava girîng dibînin, her wiha em nirx didin helwestên Rêber Ocalan ên hişiyarkirina tevgera Kurdî da ku bi pey helwestên ku xizmeta berjewendiya neteweyî ya Kurdî nakin, nekeve.

Her wiha em bang li hemû aliyên tevgera niştîmanî ya Kurdî dikin ku banga Rêber Ocalan bi cih bînin. Em piştrast dikin ku em destekê bidin xebatên niştîmanî yên kurdî û yên Sûriyê dikin ku dikevin xizmeta pêkanîna yekitiya hêzên neteweyî û demokratîk li welêt û aloziyê bi dawî dikin.

(eh-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tqgs_O3ObFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>