Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin

Kolanên taxa Umran a bajarê Hesekê ya ku di karantînayê de ye hatin dezenfektekirin, her wiha pakêtên madeyên paqijiyê hatin belavkirin.

Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin
Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin
Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin
Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin
Li taxa Umran tedbîrên li dijî Koronayê didomin
30 nîsan, 2020   14:00
HESEKÊ

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ragihandinbû ku 2 kes li taxa Umran a bajarê Hesekê bi Koronavîrusê ketine. Li ser vê yekê tedbîr li taxê hatin asêkirin. Çûn û hatine ji bo taxê hatin qedexekirin ta pişt rast bin ku di taxê de tu nexweşên din tune ne.

Rêveberiya Xweser got heta rakirina qedexeyê ew ê tevahiya xebatan ji şêniyên taxê re pêşkêş bike. Rêveberiyê îro pakêtên xwarinê û Heyva Sor a Kurd 500 pakêtên madeyên dezenfektekirinê li malên taxê belav  kirin.

Têkildarî heman mijarê Gernînedeya Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan û Hawîrdor  û Beşa Agirvemirandinê tevahiya kolanên taxê dezenefekte kirin.

(şx)

ANHA