Hêzên hikumetê gundewarên Idlibê topbaran dike… Tehrîr El-Şam hêza xwe xurt dike

Hêzên hikumeta Sûriyê îro bi moşekan herêmên gundewarên başûrê Idlibê hedef girtin. Her wiha ji bo vekirina deriyê bazirganiyê bi hêzên hikumetê re, çeteyên Tehrîr El-Şam sewqiyatên leşkerî şandin Meret Nesan.

Hêzên hikumetê gundewarên Idlibê topbaran dike… Tehrîr El-Şam hêza xwe xurt dike
30 nîsan, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku hêzên hikumetê herêmên Kensefra, El-Bara û Qoqifên ên gundewarên başûrê Idlibê yên ku çeteyên Tirkiyê dagir kirine,  bi moşekan hedef girtin.

Duh SOHR`ê ragihandibû ku hêzên rejîmê herêmên Kefe Ema, Kefer Teal ên gundewarên rojavayê Helebê, Kensefira ya gundewarên başûrê Idlibê û bajarokê Avis ê gundewarên rojhilatê Idlibê, bi moşekan bombebaran kirin.

Di heman derbarê de, ji bo vekirina dergeha bazirganiyê bi hêzên hikumetê re, sewqiyatên leşkerî yên çeteyên Tehrîr El-Şam gihaştin Meret Neasan a li rojavayê Helebê.

Ev yek li gel aloziya di navbera çeteyên Tehrîr El-Şam ku daxwaza vekirina dergeheke bazirganiyê bi hêzên hikumetê re dike ji aliyekî ve û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyê din ve, pêk hat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh çeteyên Tehrîr El-Şam rê neda karwanê artêşa Tirk da ku derbasî bajarê Darit Iza yê rojavayê parêzgeha Helebê bibe û li ber benda El-Qatûra li dijî erebeyên Tirkiyê kom bûn.

(eh)