Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê

Komîteya Rêxistinî ya TEV-DEM’ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû xebatkaran pîroz kir.

Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
Li Helebê serdan û pîrozkirina 1’ê Gulanê
30 nîsan, 2020   12:34
HELEB

Komîteyê serdana xebatkarên paqijiyê, zabîte, werşeyên pîşesazî û endamên Hêzên Ewlekariya  Hundirîn kir û 1`ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a cîhanê li wan pîroz kir.

Ji rêveberên Komîteya Rêxistinî ya TEV-DEM`ê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sûad Hesen 1’ê Gulanê li hemû xebatkaran pîroz kir û got: "Karker barê mezin ê xizmeta civakê digirin ser milên xwe."

Sûad Hesen diyar kir ku ew nikarin vê cejnê ji ber Koronavîrusê pîroz bikin û spasiya hemû karkerên li taxê kir, ji ber ku bi xebat û disîplîna xwe parastina şêniyên taxê ji Koronavîrusê kirin.

(bx)

ANHA