Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan banga pêkanîna nameya Ocalan kir

Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bang li partiyên kurdî kir ku nameya rêber Abdullah Ocalan û nameya fermandarê QSD`ê yên têkildarî yekitiya Kurdan bi cih bînin.

Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan banga pêkanîna nameya Ocalan kir
30 nîsan, 2020   11:53
ŞEHBA

Îro Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îşaret bi nameya rêber Abullah Ocalan û nameya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî hate kirin. Rêber Abdullah Ocalan û fermandarê giştî yê QSD`ê diyar kiribû ku gelê Kurd di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ji ber vê yekê pêwîstî bi yekitiya Kurdan û rakirina nakokiyan heye. 

Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên "Bi dengê Ocalan em bang li hemû partiyên kurdî dikin ku yekitiya xwe ava bikin" rakirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser esasê nameya rêber Abdullah Ocalan a ku bang li serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û malbata Talebanî dike ku nakokiyên di navbera aliyên kurdî de rakin, her wiha protokola 1982`yan bi bîr anî ku tê de îşaret bi rakirina şerê navxweyî dike û bang li aliyên kurdistanî dike ku yekitiya xwe ava bikin.

Lewma em jî bang li partiyên kurdî yên li Rojava dikin ku însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê ku heman banga Rêbertî ye jî, bi cih bînin, yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku di demeke wiha de yekitî xizmeta gela Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Yekitî bi rêya avakirina saziyeke siyasî hevbeş da ku li pêşberî civaka navneteweyî xebata dîplomatîk bi pêş bixin û li dijî êrişên li ser doza me nexasim êrişên dewleta Tirk ku Erdoganê faşîst serkêşiya wê dike, bisekinin. Ji ber dewleta Tirk kiryarên hovane li dijî gel beyî cudabûnê bixe nava gelan û baweriyên wan ên siyasî û fikrî, pêk tîne û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Di dawiyê de em wek Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û bi navê girtiyên di girtîgehên faşîzmê de hêvîdar in ku di rojên li pêş me de der barê vê însiyatîfê de encamên erênî derkevin holê, em ê di oxira azadiya gelan de canê xwe feda bikin, her wiha em baş dizanin ku ne mimkun e ku bêyî yekitiya siyasî û leşkerî û avakirina hebûne yekgirtî azadî mîsoger bibe. Ji ber vê yekê mirov dikare li dijî êrişên hovane bisekine anku êrişên hîn jî xaka me dikin armanc û hewldana têkbirina destkeftiyên bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, dikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_AKfga2H508" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>