Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin

Piştî ku li bajarê Hesekê 2 rewşên Koronavîrusê derketin, wek tedbîreke xweparastinê hemû rêyên diçin bajêr, ji bilî rewşên mirovî, hatin girtin.

Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
Deriyên têketin û derketinê yên Hesekê hatin girtin
30 nîsan, 2020   11:56
HESEKÊ

Piştî ku 2 nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) li bajarê Hesekê hatin dîtin, Rêveberiya Xweser a kantonê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gerînendetiya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê, gelek tedbîr girtin.

Hêzên ewlekariyê li taxa Umran qedexe ferz kir û şênî hişyar kirin. Heta ku piştrast dibe ku tu nexweşên din ên vîrusê li taxê tune ne, dê qedexe dewam bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû deriyên têketin û derketina ji bajarê Hesekê ji bilî rewşên mirovî, girtin û li taxên bajêr tevgereke kêm a şêniyan heye.

Piştî belgekirina rewşên Koronavîrusê li bajêr, ANHA`yê der barê çawaniya xweparastina şêniyan û pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê de, nêrînên hin şêniyan girtin.

Yek ji şêniyên taxa Kelasê Ferîde Xelef wiha got: "Piştî ku du rewşên Koronavîrusê li Hesekê hatin dîtin, divê her kes li tenduristiya xwe û malbata xwe baş binêre û li gorî tedbîrên xweparastinê tev bigere. Heke şênî li gorî tedbîrên xweparastinê tev negerin, dê vîrus li tevahî bajêr belav bibe. Ji bo parastina tenduristiya şêniyên bajêr, divê Rêveberiya Xweser zêdetir bala xwe bide kesên biguman."

Hesen El-Şêx ê ji taxa Nasira jî wiha axivî: "Divê şênî ji malên xwe dernekevin û kombûnê li cihên qerebalix çênekin. Em bang li Desteya Tenduristiyê dikin ku rewşên biguman bixin karantînayê da ku vîrus belav nebe."

Yek ji rayedarên ewlehiya bendên kontrolê li bajarê Hesekê Rodî Xelîl jî wiha da zanîn: "Piştî derketina 2 rewşên Koronavîrusê li bajarê Hesekê, me gelek tedbîr girtin. Ji wan tedbîran; qedexekirina têketin û derketina ji bajêr, ji bilî rewşên mirovî, erebeyên madeyên xwarinê û avê."

Rodî Xelîl bang li şêniyan kir ku ji wan re alîkar bin û di malên xwe de bimînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qQ2j9f3_dew" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>