Rosêla Ehmed tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da

Zaroka bi navê Rosêla Ehmed piştî ku bijîşkan nizanîbû nexweşiya wê çi ye, îro di nexweşxaneyeke bajarê Helebê de jiyana xwe ji dest da.

Rosêla Ehmed tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da
30 nîsan, 2020   11:27
KOBANÊ

Rosêla Ehmed (2) ji bajarê Kobanê bû. Bi nexweşiyekê ketibû û bandora nexweşiyê li ser laşê wê xuya dikir û laşê wê zêde sor dibû.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê piştî ku bijîşkên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşiya Rosêla nas nekir û tu derman jê re peyda nekirin, erka dermankirina wê girt ser xwe ku zarokê bişînin bajarê Helebê bi hêviya ku di nexweşxaneyan de derman jê re were dîtin.

Rosêla di 22`yê Nîsanê de ber bi Helebê ve hate şandin. Lê rewşa wê ya tenduristî baş nebû û piştî bijîşkan nexweşiya wê nas nekir, îro jiyana xwe ji dest da.

(bx)

ANHA