YE’yê teqîna li Efrînê şermezar kir lê binpêkirinên çeteyan paşguh kirin

Yekitiya Ewropayê teqîna pêr a li bajarê Efrînê şermezar kir û xwest ku hesab ji berpirsan bê xwestin, lê belê qet behsa binpêkirinên dewleta Tirk û komên çete yên li wan herêman nekir.

YE’yê teqîna li Efrînê şermezar kir lê binpêkirinên çeteyan paşguh kirin
30 nîsan, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) têkildarî teqîna 28`ê mehê ya li Efrînê, daxuyaniyek parve kir û wiha da zanîn: "Ji ber teqîna terorî ya li sûka bajarê Efrînê ya roja sêşemê, 40 kesî jiyana xwe ji dest da ku di nava wan de zarok hebûn, her wiha gelek sivîl birîndar bûn."

YE’yê sersaxî ji malbat û xizmên qurbaniyan re xwest û selametî ji birîndaran re hêvî kir û wiha dewam kir: "Ev kiryarên terorî nayên qebûlkirin, divê hesab ji berpirsan bê xwestin."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yekitiya Ewropayê careke din piştgiriya xwe ji bo agirbesta ku şandeyê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen ragihandiye, tîne ziman. Tekane rê ji bo îstiqrarê, çareseriyeke siyasî ya mîsoger û giştî ya bi sponseriya NY’yê ye ku bi biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2254’an a sala 2015`an re li hev tê."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018’an de bajarê Efrînê dagir kir û li dijî şêniyên Efrînê komkujî pêk anîn. Ji wê demê ve, li ser parvekirina milk, erd û pereyên şêniyan rageşî û şer di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê de, rû didin. Her wiha bi rêya bicihkirina şêniyên herêmên din li Efrînê, demografiya herêmê diguherînin. Yekitiya Ewropayê heta niha behsa sûcên rojane yên li dijî şêniyên Efrînê nekiriye.

(cx)

ANHA