​​​​​​​WHO dîsa alîkariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake

Reşnivîsa WHO`yê diyar kir ku rêxistinên alîkariyê û NY`yê ji Meclisa Ewlehiyê dixweze ku tavilê dergeha Yarûbiyê (Til Koçer) a di navbera sînorê Iraq û Sûriyê de veke da ku alîkariyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê derbas bikin.

​​​​​​​WHO dîsa alîkariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake
30 nîsan, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê diyar kir Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) banga rasterast a vekirina deriyê Yarûbiyê rakir. Tê zanîn ku ji ber redkirina Rûsya û Çînê dergeha Yarûbiyê hatiye girtin û alîkarî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin.

Ev gav dibe ku rexneyên serokê DYA’yê Donald Trump li ser rêxistina girêdayî NY`yê zêdetir bike.

Di vê mehê de Trump desteka DYA’yê ji WHO’yê ku navenda wê li Cinêvê ye, sekinandibû, lê Washingtonê ragihand ku divê rêxistin nêzîkatiyên xwe ji aliyê şewba vîrusê ve di ber çavan re derbas bike, her wiha rêxistin tawanbar kir ku zêde guhdanê bi Çînê dike lê rêxistin jî vê înkar dike.

Gerînendeyê rêxistina Human Rights Watch (HRW) Luis Charbonneau der barê guhartinên di reşnivîsê de çêbûye, destnîşan kir ku divê helwesteke diyar a WHO’yê hebe û ji ber zextên dewletên mezin gavan bi paş ve neavêje, ji ber ku mijar mijara rizgarkirina mirovan e.

Her wiha Charbonneasu got divê Meclisa Ewlehiyê yekser dan û standinên der barê bikaranîna dergeha Yarûbiyê de nû bike.

Roja çarşemê di civîna Meclisa Ewlehiyê ya der barê rewşa mirovî de bang li hin endamên meclisê kir ku bi rêya sînorê Sûriyê alîkariyê derbas bikin. Balyozê DYA`yê yê li NY`yê Kelly Craft piştrast kir ku divê hemû vebijêrk werin nîqaşkirin, di nav de vekirina dergeha Yarûbiyê.

RÛSYA NAXWAZE DERGEHA YARÛBIYÊ VEBE

Balyozê Rûsyayê yê li NY`yê Vasily Nebenzia got ew hevalên xwe hişyar dikin ku dema xwe di rêbaza parastinê de derbas nekin, çi bi awayekî aşkera be yan jî bi awayekî veşartî be, der barê dergeha Yarûbiyê de.

Reşnivîsa WHO`yê ya nû parve kir ku bandora vîrusa koronayê li Sûriyê muhteml e bibe bobelatek.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî duh ragihand ku li herêmên wan 2 kes bi Koronavîrusê ketine.

(eh)