Komîteya Aborî ya Reqayê navendên wergirtina genim amade dike

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên wergirtina hilberîna genim dike. Ji aliyekî din ve hin tedbîr ji bo wergirtina hilberînê ji cotkaran girtin.

Komîteya Aborî ya Reqayê navendên wergirtina genim amade dike
30 nîsan, 2020   08:15
REQA

Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî nirxandina lêçûna rastîn a çandina hilberînê,  buhayê kirîna kîloya genim bi 225 lîreyên Sûriyê diyar kir. Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi rêya navendên xwe yên ku li Reqa û gundewarên wê, semad, derman, tov û mazot ji cotkaran re pêşkêş dike.

Komîteyê sê navendên nû ji bo depokirina hilberîna genim amade kirin; depoyên Şinîne, Kebiş û Kalta. Berê jî sê depo hebûn; Bedir, Rafqa û Sehlebiye. Her wiha depoyên El-Bû Asî li gundewarên Tebqayê ne ku dikare 100 hezar ton genim depo bike. Hilberîna genim a îsal bi derdora 200 hezar ton hate texmînkirin.

Hevserokê Komîteya Aborî Reşad Kerdo diyar kir ku komîteyê kadroya rêveber a pêwîst ji bo çavdêriya prosesa wergirtina hilberînê di 6 depoyan de, amade kiriye. Kerdo destnîşan kir ku di destpêkê de dê kar belavî ser sê navendan bikin; Kebiş li gundewarên bakur, Bedir li gundewarên rojhilat û Sehlebiye li gundewarên rojavayî Reqayê. Piştre dê hilberîna genim di sê navendên din de pêşwazî bikin û bi çavdêriya Komîteya Aborî ya Tebqayê dê hilberîna genim di navenda El-Bû Asî wergire.

Kerdo wiha domand: “Em hewl didin tevahiya hilberîna genim ji cotkaran bikirin da ku depoyeke stratejîk ku têra Reqa û Tebqayê dike, dabîn bikin.”

Kerdo diyar kir ku di sala borî de aşên Reqa û Tebqayê 90 hezar ton genim kirin ard û dan firinan. Her wiha 10 hezar ton genim weke tov hatin peydakirin û firotin cotkaran.

Hevserokê Komîteya Aborî texmîn dike ku qerebalixa ku di salên borî de ji ber tunebûna navendên wergirtina hilberînê çêbûye, dê îsal çênebe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c948Iw6vGvM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>