Parêzer û malbatên girtiyên li Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kirin

Parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li rayedaran dan.

Parêzer û malbatên girtiyên li Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kirin
30 nîsan, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal jî, ji bo karibin ji 30'ê Nîsanê heta 7'ê Gulanê di rojeke guncaw de muwekîlên xwe bibînin serlêdan kirin.