Almanyayê Hizbullah wek rêxistineke terorîst bi nav kir

Hikumeta Almanyayê rêxistina Hizbullah a Lubnanê wek rêxistineke terorîst bi nav kir û hêzên ewlekariyê û polîsan li dijî kesên ku guman hene endamên rêxistinê ne, dest bi operasyonê kir.

Almanyayê Hizbullah wek rêxistineke terorîst bi nav kir
30 nîsan, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja pêncşemê Wezareta Karên Hundirîn a Almanyayê li seranserê welat qedexeya Hizbullaha Lubnanê ragihand û xist lîsteya terorê. Wezaretê bi vê biryarê xwest derbeyeke nû li partiyê bixe, ji ber ku di cîhanê de girîngtirîn alîgira Îranê ye.

Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn a Almanyayê destnîşan kir ku vê sibê hêzên ewlekariyê û polîsan operasyonên ewlehiyê pêk anîne, di dawiyê de kesên guman bi wan heye ku endamên Hizbullahê ne, girtin.

Parlamantoya Almanyayê ji beriya çend mehan ve nîqaşa qedexekirina Hizbullahê dikir. Tê zanîn ku Almanya û Yekitiya Ewropayê berî niha baskê leşkerî yê Hizbullahê wek hebûna terorîstane ragihand, lê baskê wê yê siyasî dikare li Ewropayê kar û xebatê bike.

Ajansa Îstixbaratê ya Almanyayê 2019`an piştrast kir ku hejmara endamên Hizbullahê û alîgirên wê di sala 2017`an de 950 bû lê di sala 2017`an hejmara wan bilindtir bû û gihaşt hezar û 50 endamî. Hin berpirsên ewlehiyê yên Almanyayê texmîn dikin ku li welat hejmara endamên Hizbullahê zêdetirî hezar endamî ye.

Her wiha Partiya Alternetîf a Almanyayê ji parlamantoyê xwest ku hikumeta almanî, bêyî cudabûnê bixe navbera beskên Hizbullahê yên siyasî û leşkerî, divê bi tevahî were qedexekirin.

Brîtanyayê di Sibata 2019`an biryara qedexeya Hizbullahê ragihand û wek hebûneke terorîstane bi nav kir, her wiha Birîtanyayê DYA, Kanada, Hollanda û Kombûyîna Dewletên Erebî jî Hizbullah wek hebûneke terorîstane bi nav kir.

(eh