Koçberên ji Efrînê banga yekîtiya Kurdî dikin

Koçberên ji Efrînê: “Ji bo dewleta Tirk armancên xwe yên parçekirina Kurdan pêk nîne, divê yekîtiya Kurdan çêbibe.”

Koçberên ji Efrînê banga yekîtiya Kurdî dikin
30 nîsan, 2020   04:40
ŞEHBA – SÎMAV XELÎL

Koçberên ji Efrînê yên li kantona Şehbayê, li hember plan û komployên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tunekirina Kurdan banga yekîtiyê kirin.

Di vê çarçoveyê de koçberên ji Efrînê yên di kampa Serdem a kantona Şehbayê de ji ANHA`yê re axivîn.

Koçberê bi navê Hesen Qere Elî wiha got:"Fermandar Mazlûm Ebdê banga yekîtiya Kurdî kir. Paşê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd jî banga yekîtiyê kirin. Her dawî jî dema Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî, banga yekîtiya Kurdan kir.”

Qere Elî axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî projeya yekîtiya kurdî ye. Bi hemû şêwazan hewl dide vê projeyê têk bibe. Mîna dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye û herî dawî jî êrişên wê yên li dijî Zînî Wertê."

Qere Elî di dawiyê de got: “Erdogan dibêje, heger konekî kurdan li Afrîqiyayê bibînin dê parçe bikin. Ji ber wê jî divê gelê Kurd bi yekîtiya xwe li hember vî faşîstî bisekine û heger ev yek pêk neyê dê sedsalekê paşde biçin.”

Koçbera bi navê Fîdan Fatiko jî wiha axivî: "Xwesteka dewleta Tirk ew e ku projeya yekîtiya kurdî têk bibe. Lê heger em bibin yek dest tu kes nikare gelê kurd parçe bike û ev yek xeyalên dewleta Tirk dihilweşîne."

Fîdan bang li gelê Kurd kir ku bi yekîtiya xwe li hember komployên li dijî wan têne kirin, bisekinin.

Koçbera bi navê Emel Qehreman jî ev tişt got: “Yekîtiya Kurdî xebatekî erênî ye û divê em destekê bidinê. Wek ku çawa Mazlûm Ebdê banga yekîtiya Kurdan dike, em jî bang li gelê xwe dikin bibin yek da ku projeya xwe bi ser bixin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pBmO08qOpzI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>