ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-4-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-4-2020`AN
30 nîsan, 2020   04:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Koçberên ji Efrînê banga yekîtiya Kurdî kir da ku Tirkiyê armancên xwe di parçebûna gelê kurd de pêk neyne.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

- Ev 6 mehe 40 gundên navçeyên Til Temir û Zirganê ji ber êrişên dewleta Tirk a dairker di nav taritiyê de ne. Hevserokê Gerînendeya Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Samîa got: “Em nikarin derbasî wan gundan bibim û toreyê çekin, ji ber ku wir eniya şer e. Dema lihevkirina bi hêzên Rûsyayê re çêbû em ê karibin kehrebeyê vegerînin wan gundan.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

- Zanîngeha Rojava ji ber Koronavîrusê navber da perwerdeyê. Desteya Rêveber a Zanîngeha Rojava wê 3‘yê Gulana 2020‘an bi Online dest bi perwerdeya Online  bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1`ê Gulanê wek roja têkoşînê binav kirin û gotin: “Em ji xebatên ku ji welatê xwe re pêşkêş dikin serbilind in.” (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Piştî ku Hefter binketina peymana El-Suxeyrat ku bi rêya wê derbeyên mezin li hebûna Tirkiyê dikevin ragihand, Lîbya derbasî qonaxeke nû bû. Her wiha îşaret hene ku projeyên Hefter ên nû hene da ku rewşa welat u ji 2014`an de aloz e, bixe bin serweriya xwe. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên wergirtina hilberîna genim di navendên girêdayî xwe de dike. Ji aliyekî din ve hejmarek tedbîr ji bo wergirtina hilberînê ji cotkaran girtin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

-Cotkarên Minbicê dest bi çinîna hilberînên havînê kundir û xiyar kirin û şandin sûkên bajêr. Ev gav wê asta buhabûna sebzeyan di nav sûkên herêmê de kêm bike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya restorekirina bîrên avê di beyara gundewarê bakur de bidawî kir. Ev proje wê pêwîstiya şêniyan a avê dabîn bike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA