Li Lîbyayê binketina peyamana El-Suxeyrat û bandora wê li ser destwerdanên Erdogan çi ye?

Piştî ku Hefter binketina peymana El-Suxeyrat ku bi rêya wê derbeyên mezin li hebûna Tirkiyê dikevin ragihand, Lîbya derbasî qonaxeke nû bû. Her wiha îşaret hene ku projeyên Hefter ên nû hene da ku rewşa welat u ji 2014`an de aloz e, bixe bin serweriya xwe.

Li Lîbyayê binketina peyamana El-Suxeyrat û bandora wê li ser destwerdanên Erdogan çi ye?
30 nîsan, 2020   04:08
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku lihevkirina siyasî (El-Suxeyrat) bi bin ket û wiha got: "Ez erkdarkirina gel û îradeya wî qebûl dikim. Binketina lihevkirina siyasî bû beşek ji dema derbasbûyî."

Her wiha Hefter destnîşan kir ku lihevkirina siyasî welat hilweşand û ber bi cihên xeternak ve bir û wiha anî ziman: "Em ê saziyên dewletê yên sivîl li gorî îradeya gel ava bikin û em ê serfiraziya xwe bi erkdarkirina fermandariya giştî ya pêvajoya heyî, diyar bikin." 

Hefter soz da ku artêş wê li gorî xwesteka gel be û dê bi hemû hêza xwe bixebite. Piştî çend kêliyan ji daxuyaniya Hefter, Bengazî û hindek bajarên rojhilatê Lîbyayê daketin xwepêşandanên gel ên mezin û destekdayîna xwe ji fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê re ragihand, her wiha xwestekên ku kar û barên welat bixe bin destê xwe û hemû şêwazên siyasî, zagonî û rêveberî li welêt bi dawî bike.

Diyar e ku biryara Hefter ne ji niha ve ye, lê ji berê de hatibû amadekirin da ku rewşa li Lîbyayê piştî aloziyê ji nû ve sererast bike. Fermanarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê beriya çend rojan bang li gel kir ku kîjan alî ji bo birêvebirina welêt baş dibîne, erkdar bike.

BERSIVÊN LEZGÎN Û ERÊNÎ JI BO BIRYARA HEFTER

Di bersivdayîneke bilez ji banga Hefter re aliyên sivîl dest bi ragihandina erkdarkirina Hefter ji bo rêvebirina welêt kir. Wek gaveke ku binketina hikûmeta Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Serac li Terablusê ku destekê ji Tirkiyê digire, kir hedef.

Diyar e ku biryar ne tekane bû. Serokê Meclisa Parlamenteran Eqîle Salih dest bi însiyatîfa ku çareseriya aloziya siyasî dike hedef, kir. Însiyatîf der barê çawaniya parçekirina meclisa serokatiya heyî bi serkêşiya Fayîz El-Serac, ji nû ve avakirina wê ye, her wiha ji bo pişterastkirina rola hêzên çekdar di parastina welêt de.

Di nava geşedanên berbiçav de Meclisa Bilind a Şêx û Rûspiyên Lîbyayê roja înê bi daxuyaniyekê erkdarkirina artêşê ji rêveberiya kar û barên welêt re û binketina lihevkirina El-Suxeyrat ku di 2015`an de hatiye îmzekirin, ragihand.

HEPEYMANA EL-SUXEYRAT Û GIRÎNGTIRÎN XALÊN WÊ

Êdî her kes diyar dike ku çareseriya xelasiya welat, hilweşandina hevpeymana El-Suxeyrat e anku hevpeymana 17`ê Kanûna 2015`an di navbera aliyên binakok ên li Lîbyayê de hate îmzekirin. Hevpeyman li bajarê El-Suxeyrat ê Mexribê hate îmzekirin, bi piştevaniya NY`yê û bi serkêşiya  nûnerê navneteweyî yê berê Martin Cobler bû û armanc ji vê hevpeymanê ew bû ku şerê navxweyî yê li Lîbyayê ku sala 2014`an rû dabû, bi dawî bibe. Lewma li ser vî esasî 22 parlamentoyên Lîbyayê ev hevpeyman îmze kir û di 6 Nîsana 2016`an de ji aliyê piraniya hêzan ve kete meriyetê.

Hevpeyman ji 67 madeyên sereke pêk dihat û li ser 9 beşan hatibû belavkirin. Ji girîngtirîn xalên hevpeymanê; serokê hikumetê di meclisa serokatiya hikumeta Wîfaqê de ku Fayîz El-Serac serkêşiya wê dike, xwedan peywir e, qonaxa demkî ya nû dê heta 18 mehan berdewam be û heke hikumet erkên xwe bi dawî nekiribe, muhteml e heta 6 mehên din jî dirêj bike, li gel vê yekê parlamenterên Lîbyayê ku bi serkêşiya şêwirmend Eqîle Salih li Tibreqê hate îmzekirin, rewabûna xwe ji vê hevpeymanê girt û ji vê hevpeymanê meclisa bilind bi serkêşiya Xalid Mişrî hate avakirin.

PIŞTÎ EL-SUXEYRATÊ… ÇARENÛSA HEBÛNA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ

Muşîr Xelîfe bidawîkirina hevpeymana El-Suxeyrat ragihand, ev jî tê wateya qutkirina saziyan ji rolên siyasî yan yasayî yan jî rêvebirina li welat, her wiha ji aliyê wan ve nayê îtîrafkirin, nexasim ji aliyê hikumeta El- Sîrac ve ku bi serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan re hevkar e û mafê destwerdana kar û barê Lîbyayê dayê. Li gel vê yekê bi hincetên piştgiriya hikumeta şerî milîsên çekdar derbasî Lîbyayê kirin, ji ber vê yekê çavdêr texmîn dikin ku biryar ji bo Erdogan derbeyeke xurt e.

Tevî girîngiya biryara ku hemû planên Tirkiye, Qeter û hevalbendên wê li Lîbyayê binpê dike, lê têkildarî di demên pêş de parçebûn çêbe metirsî hene. Her wiha heke El-Sîrac israra helwesta xwe ya li dijî welatê xwe bike, dê proseya qutkirina bajarên rojhilat û rojavayê Lîbyayê derkeve holê. Di heman demê de dê artêşa Lîbyayê nikaribe ji bo planên xwe yên dawîn û zêdekirina êrişên Tirkiyê û terorîstane erêkirineke navdewletî qezenc bike, lê dîsa jî Hefter ji aliyê gel ve xwedî cihekî girîng e.

ERKDARIYA ARTÊŞA LÎBYAYÊ RÊYA ÇARESERIYA GENDELIYÊ YE

Akademîsyan û siyasetmedarê lîbyayî Dr. Cibrîl El-Ubeydî ragihand ku erkdariya artêşa Lîbyayê tekane rêya xelasiya ji binketina siyasî û rizgarkirina welat ji çirava gendeliyê ye .Ubeydî hevpeymana El-Suxeyrat wek cihê şermê dibîne.

El-Ubeydî da zanîn ku hevpeymanê rê li pêşiya vegera komên îslamî yên siyasî vedike û di encamê de divê gel û hêzên neteweyî ji bo hilweşandina hikumetê û saziyên siyasî ku li ser esasê hevpeymana El-Suxreyatê ku Îxwan El-Muslimîn Lîbya firot mêtingeriya Tirk û bûn xizmetkarên desthilatdarên Qeterê di welêt de.

El-Ubeydî piştrast kir ew li hemberî bangên gel ên ji fermandariya giştî ya artêşê ne, da ku rêveberiya welat bikin û li pêşiya fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê tenê erêkirin heye.

(bx-eh)

ANHA