Oso: Rêveberiya Xweser wê alîkariyê ji malbatên taxa El-Amran re pêşkêş bike

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser desteka pêwîst ji tevahiya malbatên ku ketin karantînayê re li taxa El-Amran pêşkêş dike. Da ku virus li herêmê belav nebe.

Oso: Rêveberiya Xweser wê alîkariyê ji malbatên taxa El-Amran re pêşkêş bike
30 nîsan, 2020   04:57
HESEKÊ

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşketina du kesan li bajarê Hesekê bi Koronavîrusê belge kirin, Meclisa Kantona Hesekê û Gerînendeya Tenduristiyê komek tedbîr di nav de karantînaya temamî li ser taxê ferz kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso di daxuyaniyekê de ji ajansa me re got Rêveberiya Xweser wê tevahiya destek û alîkariya pêwîst ji nan û xwarin ji malbatan re pêşkêş bike.

Her wiha destnîşan kir ku rêveberî dê alîkariyan ji bo sê rojan pêkêş bike. tedbîr wê ji roja Pêncşemê destpê bikin.

(şx)

ANHA