Li herêma Cizîrê du kes bi Koronvîrusê ketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku du nexweşên koronavîrusê li herêma Cizîrê hatine belgekirin û ew kirine karantînayê.

Li herêma Cizîrê du kes bi Koronvîrusê ketine
29 nîsan, 2020   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ji ANHA’yê re ragihand ku li herêma Cizîrê du kes bi Koronavîrûsê ketine.

Mistefa destnîşan kir ku nexweş ji bajarê Hesekê ne, jin û mêrê hevin. Jin di karantînaya nexweşxaneya Watanî ya bajarê Qamişlo de dimîne, lê hevserê li malê di karantînayê de ye.

(şx)

ANHA