Pompeo bang li serokê Iraqê kir ku dev ji sîstema parvekirina taîfî berde

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bang li serokê Iraqê kir ku dev ji sîstema parvekirina taîfî ji bo avakirina hikumetê berdin.

Pompeo bang li serokê Iraqê kir ku dev ji sîstema parvekirina taîfî berde
29 nîsan, 2020   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pompeo got divê serokê Iraqê dev ji sîstema parvekirina taîfî berde û ji bo hikumetê ava bikin tawîzan bidin û têkiliya dualî ya di navbera Washington û Bexdayê xurt bikin.

Serokê hikumeta Iraqê Mistefa El-Kazmî di daxuyaniyek çapemeniyê de got: “Me îro materyala wezaretê şand parlamantoyê. Da ku parlamenter lê binêrin. Wê navên bernamzetan ji kabîneya wezaretê re werin şandin. Da ku civîna dengdayîna diyar bikin."

Serokê Iraqê Berhem Salih di vê mehê de serokê istixbaratê Mistefa El-Kazimî  bi avakirina hikumetê erkdar kir. Di dirêjahiya 10 hefteyan de ev kesayeta sêyemîn bû ku bi avakirina hikumetê tê erkdarkirin.

(şx)