Yekîtiya Rewşenbîran: Em soz dikin ku bi yekrêzî li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn bisekinin

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker li dijî nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Em soz didin ku bi yekrêzî li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn bisekinin.”

Yekîtiya Rewşenbîran: Em soz dikin ku bi yekrêzî li rex Hêzên Ewlekariya Hundirîn bisekinin
29 nîsan, 2020   16:08
KOBANÊ

Duh balafirên drone yên artêşa Tirk a agirker nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirên a li Kobanê kirin hedef. Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekî ev êriş şermezar kir.

Yekîtiyê di daxuyaniyê de got: “Di dema ku cîhanî bi têkoşîna li dijî Koronavîrusê mijul e, Erdogan dev ji binpêkirnên xwe û talankirina xêr û berekata herêmê bernade û hewl dide aramiya herêmê têk bibe.”

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk bi vê êrişa kirêt armanc dike tevlihevî û fîtneyê li herêmê biafrîne û azadî û yekitiyê gelên herêmê têk bibe. Yekitiyê destnîşan kir ku dagirkerî neketiye ferqê ku gelek azad bi yekrêzî li rex parêzvanên vî welatî disekinin.

Yekîtiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Bi navê Yekîtiya Rewşenbîran em vê êrişa hovane şermezar dikin. Dagirkerî armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser a ku azadî ji tevahiya gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dabîne dike, têk bibe. Em piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin. Em soz didin ku li rex wan li dijî dijminên azadî û jiyanê bisekinin."

(şx)

ANHA