Projeya biryareke nû ji bo agirbesteke mirovî li cîhanê

Di demekê de ku vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) belav dibe, Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê projeya biryareke nû der barê agirbesteke mirovahî ya 90 rojî li tevahiya cîhanê de amade kiriye, da ku alîkariya mirovî bigihîne kesên hewcedar.

Projeya biryareke nû ji bo agirbesteke mirovî li cîhanê
29 nîsan, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeya biryara Fransî-Tunisî di reşnivîsa wê ya yekemîn de ku di hefteya derbasbûyî de hat pêşkêşkirin ku şer 30 rojî bisekine, xebatên dijminatî li dewletên di nava lîsteya xebatên Meclisa Ewlehiyê de bisekinin, her wiha hevkariya navneteweyî li dijî vîrusê, zêde bibe.

Lê reşnivîsa projeya biryara roja duşemê hate sererastkirin û tê de wiha hat gotin: "Divê Meclisa Ewlehiyê bang Ii aliyên di nava şer de bike da ku tev li agirbesta herî kêm 90 rojî bibe. Da ku alîkariyên mirovî bi awayekî ewle û berdewam û rastî tu astengiyan neyên û bigihêje malbatên xizan."

Meclisa Ewlehiyê heta îro tu dem ji bo biryar bikeve dengdanê diyar nekiriye. Ji ber pirsgirêka mezin tê de ku beşek vala heye û tê de behsa rola Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dike ku DYA`yê rexneyên tund ji ber şêwaza rêveberiya wê bi aloziya Koronavîrusê re lê kir.

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres 23`yê Adarê banga agirbesta cîhanê kir da ku karibin li hember Koronavîrusê bisekinin. Meclisa Ewlehiyê di wê rojê de banga destekdayîna banga Guterres kir û bi taybet di şerê ku Meclisa Ewlehiyê wan dişopîne de mîna yê li Sûriyê, Yemen, Efganistan, Malî, Komara Afrîkaya Navîn, Lîbya, Sûdan û Kolombiyayê.

(bx)