MSD`ê teqîna li Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir

Meclisa Sûriya Demokratîk teqîna ku duh li bajarê Efrînê pêk hat û di encamê de, bi dehan sivîl bûn qurbanî, şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk ji Sûriyê û Efrînê re li civaka navneteweyî kir.

MSD`ê teqîna li Efrînê şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir
29 nîsan, 2020   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî teqîna mezin ku duh li bajarê Efrînê yê dagirkerî pêk hat û di encamê de bi dehan şêniyên Efrînê yên resen bûne qurbanî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh li sûka gel a bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîneke mezin çêbû û di encamê de, li gorî rapor û agahiyên destpêkê, bi dehan sivîlên bêguneh ku ji wan ji şêniyên Efrînê yên resen in birîndar û şehîd bûn. Di demeke de ku bajarê Efrînê rastî hemû rêbazên terorê ji kuştin û revandinê ku heta kesên temenmezin jî jê neflitîn, tê û destdanîna li ser mal û milkên sivîlan û axa wan a çandiniyê da ku koçber bibin û guhartina demografiyê bi rêya hedefgirtina bi zanebûn a ewlehiya şêniyên resen, ev teqîn pêk hat.

Her wiha di demekê de ku artêşa Tirk û komên girêdayî wê, hevpeymana ku Tirkiyê bi Amerîka û Rûsyayê re der barê agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk aniye, binpê dike, wekî bûyera hedefgirtina navenda Asayîşa Kobanê ji aliyê artêşa Tirk ve û nakokiyên di navbera wan bi xwe de li ser, mal û milkên sivîlan, ev teqîn pêk hat.

Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk, di demeke ku em vê kiryara terorîst a tirsnak ku sivîlên bêguneh kirin armanc û gef li şêniyên Efrînê yên mayî tê xwarin da ku koçber bibin û dev ji gund û bajarên xwe berdin, şermezar dikin û piştrast dikin ku dagirkeriya Tirk bi rêya pişta xwe dayîna li ser komên ku fikrên terorîstî radikin, rê da ku hêzên terorîst xwe bi rêxistin bikin û kiryarên xwe yên tirsonek di bin sîwana parastina Tirkiyê de pêk bînin. Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe li hemberî doza Sûriyê rabe û ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên ku dagir kirine, bixebite. Her wiha atmosfêra çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî û di serî de li gorî biryara 2254’an peyda bike û sînorekî ji aloziya ku ev nêzî deh sal e berdewam dike, deyne."

(kc)

ANHA