Heyva Sor a Kurd hewl dide li Dêrikê pergala tenduristiyê ya lezgîn amade bike

Ji ber hewcedariya herêma Dêrikê bi pergaleke tenduristiyê ya lezgîn heye, Heyva Sor a Kurd bi desteya Heyva Sor a Kurdistanê re însiyatîfek da meşandin û dest bi amadekirina navendekê ji bo xebatên tenduristiyê û rewşên lezgîn kir.

Heyva Sor a Kurd hewl dide li Dêrikê pergala tenduristiyê ya lezgîn amade bike
Heyva Sor a Kurd hewl dide li Dêrikê pergala tenduristiyê ya lezgîn amade bike
Heyva Sor a Kurd hewl dide li Dêrikê pergala tenduristiyê ya lezgîn amade bike
29 nîsan, 2020   07:11
QAMIŞLO-NECBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Heyva Sor a Kurd ji bo avakirina navendeke tenduristiyê ji rewşên lezgîn û pêşkêşkirina xebatên tenduristiyê re, parçeyek erd bi rûbera hezar û 250 metre çargoşe diyar kir.

Heyva Sor a Kurd a li Dêrikê dest bi avakirina projeye pergala lezgîn kir. Ger proje bi dawî bibe, wê bi 4 ambulansan û 21 endaman wek kadroya tenduristiyê bê amadekirin. Da ku di 24 saetan de haletên lezgîn pêşwazî bikin û bersiva telefonên şêniyan bidin.

Her wiha ev pergal dê xebatên xwe ji qurbaniyên qezayên trafîkê û şewatan re jî pêşkêş bike.

Girêdayî mijarê hevserokê Heyva Sor a Kurd a herêma Şerqiye Ehmed Şêxmûs got: “Ev pergal ji bo şêniyan gaveke tekane û girîng e. Bi rêya wê  dê xizmetê ji hemû şêniyan re pêşkêş bikin. Ev pergal dê xebatên xwe ji şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê, naveyên Girkê Legê, Til Koçer, Çil Axa û Rimêlanê re di dirêjahiya 24 saetan de pêşkêş bike.”

Şêxmûs destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd hewl dide gelek projeyên tenduristiyê li herêmê bîne cih da ku xizmeta şêniyan bike. 

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A_nAekk1ROI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>