Desteya Aborî û Çandiniyê dermanên kêzika "Sona" dabîn kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dermanên li dijî kêzika "Sona" ya zirarê dide berhemên genim û ceh peyda kir.

Desteya Aborî û Çandiniyê dermanên kêzika "Sona" dabîn kir
29 nîsan, 2020   05:34
REQA

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo got: "Li herêma Dêrikê kêzika reş (Sona) bi awayekî zêde belav bûye, bi taybet li herêma sînor ê bi Tirkiyê re. Sedema vê yekê ew e ku Tirkiyê di vê demê de dermanên li dijî pêşuyan direşîne, ji ber vê dê zêdetir li cem me derdikevin. Di vê demê de bi taybet hêkên kêzikan diteqin. Me jî derman peyda kir.”

 Barûdo destnîşan kir ku amadekariyên ji bo mewsim baş e û wiha pêde çû: “Li dijî kêzik û mêşan me derman peyda kir. Reşandin dê ji Dêrikê heta Dirbêsiyê pêk were."

ANHA