Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû kir

Şaredariya Gel a Şedadê dest bi pêkanîna projeyeke kanalîzasyonê bi dirêjahiya 300 metreyî li nava taxên navçeyê kir.

Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû kir
Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû kir
Şaredariya Şedadê dest bi projeyeke nû kir
27 nîsan, 2020   12:49
HESEKÊ

Piştî giliyên şêniyên navçeya Şedadê yên ji bo rawestandina torên kanalîzasyonê, Şaredariya Gel dest bi projeyeke kanalîzasyonê kir.

Serokê Beşa Pîşeyî ya Şaredariya Şedadê Abdullah Icil destnîşan kir ku projeya kanalîzasyonê ji bo vekirin û guhertina torên girtî hatiye destpêkirin. Icil diyar kir ku projeyên kanalîzasyonê ji bo bajêr hene ku komîteya şaredariyan erê kirine û wiha dewam kir: "Lê belê ji ber rewşa qedexeyê, projeyên şaredariyê di meha Nîsanê de pêk nehatin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Şedadê di nava projeyên sala borî de projeyeke mezin a kanalîzasyonê li piraniya taxên navçeyê pêk anîbû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tzIE8hsOZms" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>