Li Îsraîlê hejmara mirî û pêketinê ya Koronavîrusê kêm bûye

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li welêt ji ber Koronavîrusê 202 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 hezar û 466 kes jî pêketine.

Li Îsraîlê hejmara mirî û pêketinê ya Koronavîrusê kêm bûye
27 nîsan, 2020   11:59
XEZA

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku li welat haletên nû yên vîrusa Korona ya nû hatine tomarkirin.

Wezaretê da zanîn ku li Îsraîlê 202 kesan ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da, her wiha 15 hezar û 466 kes jî bi vîrusê ketine, ji wan 129 kes rewşa wan xetere ye, 96 kes li ser alava nefesê ne, 79 kes rewşa wan navîn e û rewşa 8 hezar û 260 jî sivik e. 

Di vê çarçoveyê de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê daxuyand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de hejmara kesên li welat bi vîrusê ketine kêmtirî 100 kesan e.

Her wiha wezaretê parve kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de li Îsraîlê 68 kes bi vîrusê ketine, hejmara kesên rewşa wan xetere bû kêm bûye, her wiha hejmara kesên li ser menfesê ne jî kêm bûye û gihaşt 96 kesan, lê 6 hezar û 796 kes baş bûne.

(eh)