​​​​​​​Di çalakiyên HPG’ê de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên HPG û YJA Starê yên li Heftanîn, Xakurk û Şirnexê de 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha li Heftanînê 3 gerîla di çalakiyê de şehîd bûn.

​​​​​​​Di çalakiyên HPG’ê de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin
27 nîsan, 2020   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyand ku li Heftanîn, Xakurk û Şirnexê HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên hatin kuştin. Her wiha li Heftanînê di çalakiyê de 3 gerîla şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me 25'ê Nîsanê saet di 04:30'î de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Hêzên me ji 2 baskan ve avêtin ser gir û ketin nava kozikên dijmin. Di çalakiyê de 4 kozikên dijmin ên li ser gir bi temamî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 9 leşkerên dijmin hatin kuştin û 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal û cîhazeke ragihandinê ji ser leşkerên dijmin hatin rakirin. Her wiha 2 çekên giran ên A-4, 3 kamerayên mobese û dûrbînek teleskopê hatin îmhakirin.

3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di vê çalakiyê de 3 hevalên me yên bi lehengî bi ser yekîneyên dijmin ve çûn şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 26'ê Nîsanê saet di 01:30'î de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên li ser Girê Lelîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 23'ê Nîsanê li herêma Besta ya Şirnexê li dijî leşkerên li qada Eyşedinkê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin, bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.”