Kîno Gabriyêl: Îdîayên dewletat der barê Serêkaniyê û Girê Spî de derew in

Berdevkê QSD’ê nûçeyên çapemeniya dewleta Tirk ên der barê pêşdeçûnên li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî de derewandin û piştrast kir ku dê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin.

Kîno Gabriyêl: Îdîayên dewletat der barê Serêkaniyê û Girê Spî de derew in
27 nîsan, 2020   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên qaşo bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ dagir kirine, tevliheviyeke mezin heye û her wiha pevçûnên rojane di navbera çeteyan de hene. Dewleta Tirk a dagirker ji demekê ve rastiyên ku li herêmên dagirkirî rû didin, berovajî dike, her wiha nûçe û daxuyaniyên derew li ser pêkanîna QSD’ê ya êrişan belav dike.

Têkildarî hewldana alava çapemeniyê ya dewleta Tirk a dagirker a belavkirin û berovajîkirina rastiya li wan herêman, berdevkê fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyêl daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di van demên dawîn de gelek nûçe û daxuyaniyên derew ji hêla gelek hesabên fermî yên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser înternetê hatin weşandin, jê jî hesaba fermî ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ya ku nûçe û agahiyên derew der barê rewş û pêşdeçûnên leşkerî li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî yên dagirkirî û herêma Til Rifetê de diweşîne.

Em wek QSD piştrast dikin ku ev tevahî agahî û nûçe dûrî rastiyê ne û bi hewldana mixabîniya guhartina rastiya ku li ser erdê ji hêla pêkanîna me ya tevahî erkên peymanên di vî warî de tê meşandin de ne. Her wiha tu leşkerên me li herêmên navborî tune ne, lê berovajî wê hêzên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê gundên derdora wan herêman topbaran dikin. Bi wê re jî gelek birîndar di nava sivîlan de çêdibin û binesaziya wan herêman tê wêrankirin.

Em careke din piştrast dikin ku em ê erkên xwe li hember gel û hevkarên xwe pêk bînin, kiryarên propagandayê red dikin û bang li Tirkiyê dikin ku li hember peymanên bi hevkarên me yên li herêmê re îmze kirine, rêzdar be.”

(fr)