Kampa Dara Şekranê ya Hewlêrê xistin karantînayê

Îro hikumeta Başûrê Kurdistanê li kampa Dara Şekranê ya penaberên ji Rojava ya li Hewlêrê haleteke Koronavîrusê tomar kir, bi wê re jî kamp xiste karantînayê û çûn û hatina li kampê qedexe kir.

Kampa Dara Şekranê ya Hewlêrê xistin karantînayê
27 nîsan, 2020   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya kampê ji bo çûn û hatin çênebe têketina kampê girt, vekirina sûk û dikanên bazirganiyê qedexe kir û kesên vekin jî dê werin cezakirin.

Duh li parêzgeha Hewlêrê 2 kes bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ketin, yek ji şêniyên kampa Dara Şekranê (32) û li kargeheke  bajarê Hewlêrê dixebitî û yê din jî ji navçeya Kesnezanê di karê avahîsaziyê de dixebite.

Beriya niha Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê gelek tax bi hedefa pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê xistibûn karantînayê. Wezaretê diyar kir ku hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 347 kesan, ji wan 4 kes mirin û 320 kes jî baş bûne.

(eh)