Saetên dubarebûna waneyan li ser Rojava TV diyar bûn

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê bi hevkariya rêveberiya Rojava TV’yê re biryar da ku ji nû ve dîmenên waneyên perwerdeyê ji saet 20:00 heta 24:00’an piştî giliyên ji malbatên xwendekaran der barê qutbûna kehrebeyê di saetên wê de, biweşîne.

Saetên dubarebûna waneyan li ser Rojava TV diyar bûn
26 nîsan, 2020   12:44
QAMIŞLO-LÎLAV MIHEMED-YARA MIHEMED

Piştî Rêveberiya Xweser biryara girtina dewama dibistan û zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14’ê Adarê de da, wek bergiriyeke pêşîlêgirtina Koronavîrusê li herêmê, Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê dest bi pêkanîna rêbazên perwerdeyê li malan kir.

Rêveberiya Xweser biryar da ku xebata perwerdeyê bi rêbaza dûr bi rêya weşandina waneyan li ser televîzyonê û torên civakî û malpera Youtube temam bike. Di 16’Nîsanê de dest bi weşandina fermî ya perwerdeyê bi kurdî û erebî li ser kanalên Minbic TV û Rojava TV’yê kir.

Waneyên bidîmen ji her sê merheleyên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî re yên ku li şaxên Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya kantonên Qamişlo û Hesekê hatine tombarkirin hatin amadekirin. Lê belê di wê demê de pirsgirêka qutbûna kehrebê derket. Ji lew re Desteya Fêrikirin û Perwerdê bi hevakariya bi rêveberên kanalên Minbicê TV û Rojava TV’ê re hin tedbîrên ku xwendekar ji perwerdê bê par nemînin girtin.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl piştî giliyên ji malbatên xwendekaran li ser qutbûna kehrebeyê di saetên weşandina waneyan de aşkera kir da ku xwendekaran ji perwerdeyê mehrûm nebin dê ji nû ve dest bi weşanê bikin.

Der barê mijarê de Rohat Xelîl wiha got: "Li ser mijarê bi rêveberiya kanala Rojava TV’yê re li ser vê yekê axivî û em gihîştin formekê ku dê dîmenên waneyan saet di navbera 20:00-24:00’an de werin weşandin.”

Kanala Rojava TV rojane waneyan ji saet 08:00 heta 12:00, ji saet 14:00 heta 13:00 û ji saet 16:00 heta 17:00’an waneyan diweşîne, dema her waneyekê jî 20 deqe ye.

Der barê têgihîştina xwendekaran a waneyan de, Rohat Xelîl wiha got: “Şopandina xwendekaran bi rêya komên ku li ser torên civakî hatine çêkirin, pêk tê. Heke çi pirs hebin bersiv ji hêla kadroyên perwerdeyê de tê dayîn.”

Têkildarî nirxandina xwendekaran, Rohat Xelîl da zanîn ku nîqaşên wan der heqê vê mijarê de hê bi dawî nebûne.

Rohat Xelîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heke ji pandemiya Koronavîrusê rizgar bûn û ji nû ve xebata perwerdeyê dest pê kir û xwendekar vegerîn dibistanên xwe, dê testên dawîn ji xwendekaran re bên çêkirin, lê belê heke dewama taloqkirinê dirêj kir, ne pêkan e xwe bispêrin encamên werza yekemîn.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x-FXGGX0dv4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>