Li Lîbyayê 5 firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê hatin rûxandin

Gerînendeyê rêveberiya manewî ya artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Xalid El-Mehcûb got hêzên çekdar ên Lîbyayê duh 5 firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê di zêdetirî eniyekê de xistin xwarê.

Li Lîbyayê 5 firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê hatin rûxandin
26 nîsan, 2020   12:46
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

El-Mehcûb ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku 3 firokeyên bêpîlot li eniya El-Wişka, li eniya El-Wetiye û yeke jî li yekîneya Benî Welîd, xistin xwarê.

Gerînende piştrast kir ku baregehên li herêma Miêtîqiyê û Eyn Zara ku moşek ber bi sivîlan ve diavêtin  hatin hedefgirtin.

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter şerekî dijwar li dijî komên El-Wîfaq ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê û çekdan dide wan, lidar dixe.

(bx)