Li herêma Firatê însiyatîfeke civakî ya komînal dest pê kir

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê bang li xwediyên derfetan ên li herêmê, Kurdên li derveyî welêt, rêxistinên herêmê û biyanî kir ku li gel rewşa qedexeya derketina derve piştgiriya malbatên hewcedar bikin.

Li herêma Firatê însiyatîfeke civakî ya komînal dest pê kir
26 nîsan, 2020   12:25
KOBANÊ

Li herêma Firatê ji ber rawestandina kar ji ber rewşa qedexeya derketina derve ku ket meha xwe ya duyemîn, gelek welatiyên herêmê zehmetiyan dibînin.

Di hefteya borî de, Desteya Kar û Barên Civakî hezar û 700 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar li bajarê Kobanê û navçeyên girêdayî wê belav kir. Rêveberiya desteyê diyar kir ku ji ber derfetên heyî kêm in, nikarin pakêtên madeyên xwarinê li beşeke mezin a malbatên herêmê yên xizan belav bikin.

Li ser mijarê îro desteyê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Hevserokên desteyê Hêlîn Hacim û Silêman Kiêşîş daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê ku bû sedema koçberkirina bi hezaran şêniyên wan herêman û bilindbûna hejmara malbatên xizan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê aborî de lawazbûneke mezin heye.

Wek tedbîreke pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê li herêmê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve û karantîna hat ferzkirin. Lê belê vê rewşê bi xwe re bandorên aborî, civakî û derûnî yên neyînî anîn, ji ber ku karê bi hezaran xebatkaran hat rawestandin.

Lewra, em wek Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê li gel vê rewşa aboriyê ya zehmet ji bo piştgiriya gelê herêm û koçberên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, em dest bi hemleyeke alîkariyê ya bi navê "însiyatîfeke civakî ya komînal" ji bo komkirina alîkariyan ji bo xizan û kesên hewcedar dikin ku hemû beşên civakê tê de cihê xwe bigirin. Her wiha em ê sandoqa piştevaniya civakî aktîf bikin.

Em bang li gelê xwe yê li welêt û derveyî welêt dikin ku xwediyên derfetan, xêrxwaz û rêxistinên herêmî û biyanî dikin ku piştgirî û alîkariyê bidin vê însiyatîfê."

(cx)

ANHA