Bîlançoya Koronavîrusê giran dibe: 203 hezar mirî

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, gihaşt 2 milyon û 923 hezarî, hejmara kesên mirine jî ji 203 hezarî derbas kir. Her wiha 834 hezar kes jî baş bûne.

Bîlançoya Koronavîrusê giran dibe: 203 hezar mirî
26 nîsan, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê cîhanê tevî tedbîran sînordarkirina pandemiya Koronavîursê (Covid-19) lê hîn jî vîrus belav dibe û roj bi roj hejmara pêketî û qurbaniyan zêde dibe. Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dê hefteya bê dest bi proseya têkoşîna li dijî Koronavîrusê bike.

Li DYA`yê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine gihaşt 53 hezarî.

Li Îtalyayê 26 hezar û 384 kes mirine.

Li Spanyayê 22 hezar û 902 kes mirine, 223 hezar kes jî pê ketine.

Fransa; 22 hezar û 614 kes mirine, 161 hezar û 488 kes bi vîrusê ketine.

Brîtanya; 203 hezar û 19 kes mirine, 148 hezar û 377 kes bi vîrusê ketine.

Çîn; 46 hezar û 32 kes mirine, 828 hezar û 816 kes bi vîrusê ketine.

Meksîka; 138 hezar û 42 kes bi vîrusê ketine û hezar û 305 kes mirine.

Misir; 227 kes bi vîrusê ketine, 13 kes mirine.

Kanada; 44 hezar û 364 kes bi vîrusê ketine û 2 hezar û 350 kes jî mirine.

Cezaîr; 419 kes mirine, bi giştî 32 hezar û 56 kes bi vîrusê ketine.

Sûriye; duh 5 kesên din baş bûne, 42 kes bi vîrusê ketine û 3 ji wan mirine.

Filistîn; di nava 24 saetên derbasbûyî de 11 kesên din bi vîrusê ketine û bi giştî 495 kes in.

Uman; 115 kes bi vîrusê ketine.

Kuwêt; 43 kes bi vîrusê ketine.

Qeter; 833 kes bi vîrusê ketine û 120 kes jî baş bûne.

(eh)