Li Minbicê gumanbarek hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê diyar kir wan kesekî ku welatiyek revandibû û kuştibû, girtiye.

Li Minbicê gumanbarek hat girtin
26 nîsan, 2020   08:54
MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan kesekî gumanbar ku welatiyek ji Minbicê revandiye û kuştiye, girt. Cenazeyê welatiyê ku hatibû kuştin 19`ê Nîsanê hatibû dîtin û lêkolîn der barê bûyera kuştinê de dewam dike.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundrîn de hat gotin ku wek tedbîrên pêwîst ji hêzên leşkerî ji bo pêkanîna biryara qedexeya derketina derve li bajarê Minbicê, Buroya Sûcên Birêxistinkirî beriya du rojan kesê ku welatiyê bi navê Mihemed Husên Misto revandibû û kuştibû, girt. Ev yek piştî ku malbata Mihemed Misto der barê wî de lêpirsîn kir, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cenazeyê Mihemed Misto di 19`ê Nîsanê de di bîrekê de li gundê Xetaf ê başûrê rojhilatê Minbicê hate dîtin. Her wiha hêzên Buroya Sûcên Birêxistinkirî da zanîn ku lêpirsîn dewam dike.

(bx)

ANHA