​​​​​​​Di çalakiya HPG’ê de stasyoneke bazê hate îmhakirin

Gerîlayên HPG’ê duh li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de stasyoneke bazê û 3 konteynirên li ber wê hatin îmhakirin.

​​​​​​​Di çalakiya HPG’ê de stasyoneke bazê hate îmhakirin
26 nîsan, 2020   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 25'ê Nîsanê saet di 20:30'an de li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî gundê Tirkmena li dijî stasyoneke bazê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de stasyona bazê û 3 konteynirên li ber wê hatin îmhakirin."