Li Idlibê du sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker çalakiyên şêniyên Idlibê yên li dijî dewriyeyên hevbeş ên Tirkiyê – Rûsya li ser rêya M4, hedef girtin û di encama wê de 2 sivîl hatin kuştin.

Li Idlibê du sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin
26 nîsan, 2020   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma "Itîsam El-Kerama" ya gundewarên rojhilatê Idlibê ya li ser rêya navnetewî (Laziqiye- Heleb) tevlihevî heye. Hêzên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker îro di saetên sibê de bendên axê ji ser rêya M4 li nêzî bajarokê El-Nêreb ê rojhilatê Idlibê, rakirin.

Leşkerên dewleta Tirk bombeyên gazê ber bi kesên dewriyeyên hevbeş red dikin ve, avêtin. Li beramberî wê jî xwepêşandêran bi kevran li leşkerên dewleta Tirk da. Paşê hêzên Tirkiyê gule li herêma El-Itîsamê reşand.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku di encama hedefgirtina artêşa Tirk ji xwepêşandêran re du sivîl hatin kuştin û heta van kêliyan nasnamaya wan nehatiye diyarkirin.

Heta niha li herêmê hêrseke mezin ji aliyê şêniyên ku siyasetên Tirkiyê û dewriyeyên hevbeş ên Rûsya – Tirkiyê li ser rêya M4 red dikin, heye.

(bx)