​​​​​​​Meclisa başûrê Yemenê xweseriya xwe ragihand

Meclisa demkî ya başûrê Yemenê ya ku Îdros Zibêdî serkêşiya wê dike, li bajarê Edenê û tevahiya parêzgehên başûr rewşa awarte ragihand, her wiha şevê din ji bo başûr rêveberiya xweser ragihand.

​​​​​​​Meclisa başûrê Yemenê xweseriya xwe ragihand
26 nîsan, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Îdros Zibêdî bi daxuyaniyekê bang li Koalîsyona Erebî û civaka navdewletî kir ku piştgiriya tedbîrên rêveberiya xweser bikin, ji ber vê yekê dê aramî û ewlehiya gel were mîsogerkirin, têkoşîna li dijî terorê bidin meşandin û parastina ewlehî û aştiya bi giştî bikin.

Hêzên mezin ên ewlekariyê yên bi ser meclisa demkî ya başûr ve li deverên fireh ên bajarê Edenê hatin belavkirin.

Çavkaniyên herêmê diyar kir ku hêzên ewlekariyê, piştgiriya ewlehiya Edenê, tîma têkoşîna li dijî terorê û lêgerînên cezayî li bajêr hatin belavkirin.

Di yekemîn bersiva hikumeta Yemenê de Wezareta Karên Derve ragihandina meclisa demkî wek "rikeberiya çekdarî" bi nav kir û wiha berdewam kir: "Divê meclisa bi navê meclisa demkî li gorî hevpeymana Riyadê tev bigere, karesata paytexta demkî ya Edenê tê re derbas dibe, di ber çavan re derbas bike, lê bi ragihandina rikeberiya çekdarî ya li dijî dewletê, israra revê û nixumandina binketina xwe dike."

Erebistana Siûdî bang li aliyên garanator ên hevpeymana Riyadê û fermandarê Koalîsyona Piştgiriya Rewabûnê kir ku beramberî meclisa demkî û zêdegaviyên wê û binpêkirina hevpeymana Riyadê biryarên cidî bidin.

Li milekî din serokê Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Yemenê Sexîr Bin Ezîz anî ziman ku ji bo kiryarên meclisa demkî ya başûr bersiveke zelal dê derkeve holê. Her wiha bi twittekê parve kir ku ji bo hemû gelên Yemenê yên azad, helwestên nezelal tên wateya lawaziya bertekên neteweyî.

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî piştevaniya hikumeta serok Ebid Rebeh Mensûr Hadî li dijî çekdarên Hûsiyan dike. Hûsî jî serweriya paytext Senaayê dikin.

Meclisa demkî ya başûr di 11’ê Gulana 2017`an de li Yemenê ji aliyê siyasetmedar û berpirsên leşkerî yên li Edenê ve hate avakirin. Wê demê Îdros Zibêdî bû parêzgarê Edenê û li ser wî esasî biryar hate dayîn ku meclisa demkî ya başûr were avakirin û navê Desteya Meclisa Demkî ya Başûr lê were kirin.

Koalîsyonê 9’ê Nîsanê agirbestek ragihand, bi vê yekê piştgiriya kar û xebata NY`yê ya tunekirina şerê ji beriya 5 salan de berdewam dike, her wiha da ku tedbîrên li dijî Koronavîrusê zêdetir werin girtin. Agirbest bi rasthatina meha Remezanê heta 30 rojan hate dirêjkirin.

(eh)