Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir

Qanûnên girêdayî jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, diyardeya tundiya li dijî jinan kêmtir kir.

Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
Qanûnên têkildarî jinan tundî kêm kir
26 nîsan, 2020   07:08
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN- ŞEYMA ELÎ

Vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ku di dawiya sala borî de li bajarê Wuhan ê Çînê derket, ji ber belavbûna bilez, bû şewbeke cîhanî. Navendên tenduristiyê û zanyarên tenduristiyê yên cîhanê heta niha nekarîn dermanekê jê re bibînin. Lewra wekî tedbîreke xweparastinê û ji bo pêşîgirtina belavbûna Koronavîrusê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku şêweyê herî baş ê xweparastinê karantîna ye. Karantîna li seranserê cîhanê hate pêkanîn.

Lê belê wê rewşê bi xwe re gelek diyardeyên wekî tundiya malbatî û tundiya li dijî jinan anî. Li gorî raporên rêxistinên mafên jinan û Neteweyên Yekbûyî (NY), piraniya jinan li bajarên Ewropayê û Rojhilata Navîn ji aliyê bav, hevjîn û birayên xwe ve rastî tundiyê tên. Ji ber dûrbûna civakî û malbatî û guhertina şêweyê jiyanê, xetere li ser wan çêdibe.

NY`yê bi rêya sekreterê xwe yê giştî Antonio Guterres banga girtina tedbîran ji bo çareserkirina tundiya malbatî ku bi awayekî metirsîdar li cîhanê belav bûye.

Lê belê rewş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda ye. Ji ber ku rêjeya nelihevkirinên hevjînan kêm e. Ev yek vedigere têkiliyên malbatî yên xurt û parastina civakê li ser girêdana malbatî û serdanên di navbera xizm û malbatan de. Her wiha qanûnên jinan ku piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014`an derketin, bi rêjeyeke mezin diyardeya tundiya li dijî jinan kêm kir. Ji ber ku jin û mêr li ser pîvanên rêzgirtin, wekhevî û mafan hatibûn perwerdekirin û qanûnên li dijî tundiyê hatibûn danîn.

Di rewşa qedexeya derketina derve de ku ji 23`yê Adarê de hatiye ragihandin, li piraniya malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyên malbatî xurt in û malbat dema xwe bi hevkariyê derbas dikin.

Her wiha hezkirin û hevkarî li ser jiyana şêniyên di malê de serwer e. Dayik bi zarokên xwe re dilîzin û bav jî pêdiviyên jiyanî yên rojane peyda dikin, her wiha tedbîrên xweparastinê wekî dezenfektekirina malê digirin.

Welatiya bi navê Zehra Ebdulkerîm ya ji şêniyên taxa Arbewiyê ya bajarê Qamişlo, ji ANHA`yê re diyar kir ku ji destpêkirina ragihandin qedexeya derketina derve ve ew pabendî biryarê bûn û destnîşan kir ku ne tenê di rewşa qedexeyê de. Lê belê di tevahî jiyana wan de ji ber rêzgirtina wan a li hember hev, heta niha di navbera wê û hevjînê wê de tu pirsgirêk derneketine.

Zehra wiha got: "Heke pirsgirêk derkevin jî, em dûrî nîqaşên tûj dikevin û em di karên malê de jî hevkariyê dikin."

Hevjînê Zehrayê Rafi Ebbas jî wiha got: "Bû 30 sal em zewicî ne. Ji destpêka zewaca me ve me xetên qalind di navbera xwe de danîn da ku pirsgirêk dernekevin. Lewra tenê nelihevkirinên biçûk derketin."

Yek ji şêniyên taxa Hilêliyê Bêrîvan Bedir Mihemed ku ji beriya 6 salan ve zewiciye, wiha got: "Em malperên tevna civakî dişopînin, em dibînin ku li piraniya dewletên cîhanê jin rastî tundiya fizîkî û ya malbatî tên. Lê belê li herêmên me ji ber rêzgirtina di navbera me de û kevneşopên ku em li ser mezin bûne, em jiyaneke aram didomînin."

Bêrîvanê diyar kir ku sedema derneketina pirsgirêkên malbatî, qanûnên parastina jinan in ku rêveberiya jinan pêk aniye. Her wiha ji ber perwerdekirina jin û zilaman li ser jiyana hevbeş û wekheviyê.

Bêrîvanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jin û zilaman maf û erkên xwe nas kirin, lewra em dibînin ku li gorî dewletên din pirsgirêkên malbatî li herêmên me kêm in."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EJDt6bcisMY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>