​​​​​​​El-Mismarî: Hikumeta El-Wîfaq Terhona bi zêdetirî 20 moşekan hedef girt

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê daxuyand ku hikumeta Wîfaq zêdetirî 20 moşek avêt cihên sivîlan ên li bajarê Terhona yê başûr rojhilatê paytexta Terablusê.

​​​​​​​El-Mismarî: Hikumeta El-Wîfaq Terhona bi zêdetirî 20 moşekan hedef girt
25 nîsan, 2020   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê wiha got: "Di saetên destpêkê yên şeva berê de, bajarê Terhona bi zêdetirî 20 moşekan hat topbarankirin, ku piraniya wan li mal û herêmên sivîlan ketin. Niha jî zerar tên belgekirin".

El-Mismarî ji şandeya  NY`yê ya li Lîbyayê xwest ku bi erkên xwe rabe û "terorîstên rasteqîn" şermezar bike. Her wiha piştrast kir ku bersivdayîna hêzên çekdar amade ye".

Demeke berê, Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê tewanên li dijî wê yên bikaranîna gazên jehrî, red kiribû. Fermandarê artêşê Muşîr Xelîfe Hefter jî, mecilsa rêvber a bi serokatiya Fayiz El-Sîrac bi pêkanîna gelek sûcên ku dikevin asta "îxanetê", tewanbar kiribû û hikumeta El-Wîfaq piştî bidestxistina hêzên wê bajarên Sebrata û Serman hişyar kiribû û gotibû dê serweriya wan "dirêj neke".

(cx)

ANHA