Mijarên rojnameyên erebî – 25 Nîsan

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Idlibê, lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê, aloziya avakirina hikumeta Iraqê û rewşa Yemenê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 25 Nîsan
25 nîsan, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: RÛSYA ‘STRIYA ERDOGAN’ BI CEMIDANDINA DOSYAYA IDLIBÊ ŞIKAND

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Analîzvanên siyasî têkildarî derbasbûna têkiliya Rûsya-Tirkiyê di dema pêş de ya qonaxeke bigirêk hişyarî da, bi taybet der heqê lihevkirina her du aliyan de li ser aloziya Sûriyê, nexasim jî ya girêdayî agirbesta li parêzgeha Idlibê.

Analîzanan da zanîn ku pêkanîna Moskovê ya planeke yekalî der barê dosyaya Idlibê de, tê texmînkirin ku bi hedefa fişarkirina zêde li ser serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e da ku li hember agirbestê rêzdar be û karwanên leşkerî derbasî xaka Sûriyê neke.

Çavkaniyên dîplomatîk got Rûsya di vê dawiyê de biryar da ku agirbesta li Sûriyê ji ber girîngtirîn pirsgirêka têkiliyên Rûsya-Tirkiyê ye, bicemidîne. Ji ber ku Enqere hewl nade vê pirsgirêkê bi temamî çareser bike ku gihîştiye merheleyeke hesas. Ew jî bi rêya xurtkirina nuqteyên xwe li eniya Idlibê ye. Di demekê de Rûsya hêzên xwe bi pêngavên veguhastina çekan li Sûriyê xurt kirin, pêk hat.

Li aliyekî din jî pêngava Rûsyayê bi rasthatina belgekirina SOHR’ê ya derbasbûna karwanê leşkerî yê nû yê girêdayî hêzên Tirkiyê li herêma Idlibê pêk hat.

SOHR’ê bi bîr xist ku bi dehan alavên leşkerî di dergeha Kefer Losîn a bi ser sînorê Lîwa Îskenderon ve ye, derbas bû û ber bi cih û nuqteyên Tirkiyê yên li herêmê ve çû.

Pisporekî payebilind ê tora analîzkirina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê Engin Ozer di gotara xwe de ku ku li Eurasia Expert a Rûsyayê weşandiye, wiha got: "Ev pirsgirêk dê di havînê de ji nû ve zêdetir bibe, ji lew re divê îro bi rêya dîplomasiyê bê çareserkirin, her wiha ne pêkan e ev birîn heta demeke din wiha vekirî bimîne."

ŞERQ EL-EWSAT: "HEŞDA LÊVEGERÊ" LI IRAQÊ BANG LI KOMAN KIR KU TEV LI WÊ BIBIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat îşaret pê kir ku lêvegera şîe li Necefê nûnertiya Ayetellah Elî El-Sîstanî red dike, nexasim kesên heta dawiyê piştgiriya xwe ji lêvegera wîlayeta Feqîh El-Îraniyê re nîşan didin. Fermandariya hêzên Heşdî Şabî ya girêdayî lêvegera ku ji Heyet Heşd El-Şebî qut bûye û paşê di bin fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdar de tev digerin, bang li hêzên din kir ku hişyar bin.

Fermandariya hêzên Heşdî Şabî ku tîma Îmam Elî û Ebas, Lîwa Elî El-Ekber, Ensar El-Merciiyê nûnertiya wê dikin, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku tevlêbûna hêzên din û kesên vê yekê dixwazin nîqaş bikin, her wiha li gorî nêrîna neteweyî û rewşa Iraqê dimeşin, li gel vê yekê beramberî kiryarên aliyan an jî kî dibe bila bibe bi neyînî li wan nanihêrin lê belê hewl didin hin rêgehan sererast bikin. 

Di çarçoveyeke din de lîsteya ku dezgehên çapemeniya wezîran qala wê dike ku ji aliyê serokê hikumeta demkî Mistefa Kazimî ve hatiye hilbijartin, rê li pêşiya dan û standinên bi komên siyasî re vedike, her wiha heke ji parlamantoyê re were pêşkêşkirin dê derfeta erêkirina wê xurttir bike.

Çavkaniyên siyasî yên ku geşedanan dişopînin, ji Şerq El-Ewsat re piştrast kir ku heta niha Kazimî bi Kurdan re bi ser ketiye, her wiha dikarî aloziya bi Sineyê re jî rake. Çavkaniyan zelal kir ku rêya lihevkirinên di navbera Kazimî û hêzên şîe de vekirî ye.

EL-BEYAN: KOALÎSYONÊ AGIRBESTA LI YEMENÊ DIRÊJTIR KIR

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Koalîsyona Erebî ya piştgiriya yasayîbûna Yemenê dike, ragihand ku agirbest li Yemenê heta mehekê hate dirêjkirin, ji ber ku di demeke hêzên hevbeş amadekariyên serwerkirina kampên li gerînendeya Nehim a parêzgeha Senayê dikin de koalîsyon jî dixwaze azara gelê Yemenê sivik bike.

Berdevkê hêzên koalîsyonê Eqîd Tirkî El-Malikî diyar kir ku fermandariya hêzên hevbeş a koalîsyonê li ser esasê biryara 8’ê Nîsanê ku agirbest bo 2 hefteyan dirêj kiribû, her wiha li ser esasê daxwaza serkreterê giştî yê NY`yê yê taybet bi Yemenê Martin Griffiths ku ji bo derfetê bide pêşxistina dan û standinên der barê agirbesta domdar a bi aliyan re, biryara agirbestê heta mehekê dirêj bike, hate dayîn.

Çavkaniyên leşkerî yên li Meîrebê bi bîr xist ku hêzên hevbeş bi rêya çenga bi milîsan re berê xwe didin amadekariyên serwerkirina baregeha Tariq Bîn Ziyad a li Nehimê, her wiha amdekariyên deverên din jî dikin, têkildarî rûbirûbûna bi milîsên Hûsiyan re, teqemenî bi serkêşiya Eqîd Ekrem Ebû Beraa ji aliyê eniya rojavayê peravê ve derbasî eniya Mikîras a li ser sînorê parêzegehên Ebîn û Beydaa derbas dibe.

(fr-eh)