Hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine ji 197 hezarî derbas bû

Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine ji 197 hezarî derbas kir.

Hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine ji 197 hezarî derbas bû
25 nîsan, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn, heya niha li seranerê cîhanê 197 hezar û 353 kes bi vîrusa korona ya nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye. Her wiha li seranserê cîhanê heya niha 2 milyon û 833 hezar û 47 kes bi vîrusê ketine.

Bi giştî hejmara kesên baş bûne jî gihîşt 807 hezar û 462 kesan.

Li hinek welatan hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine,  wiha ne:

Amerîka: 52 hezar û 217
Îtalya: 25 hezar û 969
Spanya: 22 hezar û 524
Fransa: 22 hezar û 245
Îran: 5 hezar û 574
Almanya: 5 hezar 760