Tevgera sûkên Minbicê bi hatina Remezanê re ne mîna berê ye

Di roja yekemîn a meha Remezanê de li gel tedbîrên qedexeya derketina derve, lê dîsa sûkên Minbicê qerebalix in. Şênî di vê meha pîroz de hêvî dikin ku pandemiya Koronavîrusê li cîhanê tune bibe.

Tevgera sûkên Minbicê bi hatina Remezanê re ne mîna berê ye
24 nîsan, 2020   15:13
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê qedexeya derketina derve heya destpêka meha Gulanê dirêj kir. Li gel wê destûr da dikanên madeyên xwarin, goşt, basta û froşkarên gerok ên ku vexwarinên Remezanê û şêraniyên vê mehê çêdikin kar bikin. Da ku pêdiviyên şêniyan peyda bikin.

Di roja yekemîn a Remezanê de tevger di nav sûkên bajêr de li gorî salên derbasbûyî sivik e.

Di vî warî de şêniyê bi navê Izdîn El-Casim ji ajansa me re axivî û Remezana îsal bi sala borî da ber hev û îşaret pê kir ku sûk di sala borî de qerebalix bû. lê îsal ji qedexeyê û diyarkirina saetên kar tevger sivik e. ev jî çêja vê meha pîroz winda dike.

El-Casim wiha domand: Lê ya girîng di vê demê de parastina şêniyan ji vê pandemiyê ye. lewra şênî biryar û perspektîvên Rêveberiya Sivîl û hêzên ewlekariyê ji bo berjewendiya civakê û dûrxistina xeteriya vê pandemiyê pêk tînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nXpjwkx8VmY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>