Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in

Ji ber Koronavîrusê û bilindbûna buhayê madeyan tevgera bazarên kantona Şehbayê bi hatine meha Remezanê re kêm e.

Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
Li Şehbayê roja yekemîn a Remezanê: Tevgera bazaran kêm e, şênî bi gazinc in
24 nîsan, 2020   14:19
ŞEHBA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşlîgirtina şewba Koronavîrusê (Covid-19) di 23‘ê Adarê de qedexeya derketina derve ragihand. Li gorî biryarê qedexe heta 1‘ê Gulanê dê berdewam bike.

Ji ber vêyekê meha Remezanê ya îsal ji salên borî cûda ye. Ji ber tedbîrên li dijî vîrusê tevgera bazaran kêm bûye.

Li kantona Şehbayê, piraniya şênî dibêjin ku bilindbûna buhayê madeyên xwarinê û xweparastina ji Koronayê sedemên sereke ne ku pêwîstiyên xwe ji bo meha Remezanê li gorî salên berê nekirin.

Kamereya ANHA‘yê li sûka navçeya Fafînê geriya û nêrînên şêniyan girtin. Firoşkarê zebzeyan Umer Hebîb diyar kir ku buhayên madeyan li gorî salên berê bilind e û got: "Buhayê zebzeyên  ku şênî di nava baxçeyên xwe de difroşin û di sûkan de difiroşin ji bo welatiyan re guncaw e."

Şêniyê bi navê Mehmûd Ehmed got, ji ber Koronayê û qedexeya derketina derve, Remezana Îsal ji ya salên berê cûde ye, her kesek di mala xwe de rojiyê digire û xwe ji pandemiyê diparêze.

Ji aliyê xwe ve Îsmaîl Şêx Reşîd destnîşan kir ku tevgera sûkan li gorî salên ber kêm e, şêniyên Efrînê fêr bûne ku beriya Remezanê bi rojekê pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

ANHA