Bîlançoya dawî ya Covid-19 li Misirê: 294 kes mirine, 4092 nexweş ketine

Wezareta Tenduristiytê ya Misirê ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bû 4 hezar û 92. Di nav de hezar û 75 baş bûne û vegeriyan malên xwe û 294 jî mirine.

Bîlançoya dawî ya Covid-19 li Misirê: 294 kes mirine, 4092 nexweş ketine
24 nîsan, 2020   16:03
QAHÎRE

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr.Xalid Mucahid diyar kir ku hejmara kesên ku testên wan ên (Covid-19) ji pozîtîv guheriye negative bû hezar û 417, di nav de hezar û 75 kes baş bûne.

Dr. Mucahid destnîşan kir ku 201 kes din bi vîrusê ketine, piraniya wan ji Misirê ne li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tedawî dibin û 7 kesên din jî mirine.

Dr. Xalid Mucahid diyar kir ku ta niha 4 hezar û 92 kes bi koronayê ketine, hezar û 75 baş bûne û ji nexweşxaneyan hatin derxistin, her wiha 294 kes jî mirine.