Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn

Ermenên li navçeya Til Temirê qurbaniyên komkujiyên ku dewleta Osmanî li dijî wan pêk anîne, bi bîr anîn û piştrast kir ku bi rêya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrok dubare dibe.

Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
Ermenan ji Til Temirê qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan bi bîr anîn
24 nîsan, 2020   13:31
HESEKÊ

Pêkhateya Ermen salvegera 105’an a Komkujiya Ermenan ku dewleta Osmanî li dijî Ermenan di navbera salên 1915-197’an de pêk anîye, li dêra Ermenan a li gundê Til Goran a li navçeya Til Temirê ya li kantona Hesekê bi bîr anîn. Di encama wan komkujiyan de bi milyon û nîv kes bûn qurbanî, her wiha bi sed hezaran koçberî dewletên derdorê bûn.

Merasîma bîranînê bi toraneke leşkerî ya bi pêşkêşiya Tûgaya Şehîd Nûbar Awzaniyan a Ermen dest pê kir, piştre fermandar Monta Milkoniyan daxuyanî xwend.

Daxuyaniya salvegera bîranîna 105’an a Komkujiya Ermenan wiha ye:

"Qirkirina Ermenan a herî tund bû û di dîrokê de nayê qebûlkirin. Her wiha birîneke nayê tedawîkirin û mohreke şermê ya reş li ser eniya dewleta Tirk e. Em wek gelê Ermen, mirovahî vê qirkirinê heta piştî derbasbûna hezar salî ji bîr neke, her wiha 24’ê Nîsanê wek bûyereke di dîrokê de derbas bûye, qebûl nakin û tu şansekê wek pejirandina bûyerê jî nadin.

Gel heta roja îro zehmetiya zordarî û bindestiyê dikişîne, mînaka wê jî Kurd, Filistîn û êzidî ne, ev jî tê wateya ku zilm berdewam e. Li gel vê yekê kesên bûn şahidên van kiryaran ên mîna Îtîhat û Tereqî hesasb nexwestin û yên piştî wan hatin kiryarên rejîma Tirkiyê ya faşîst berdewam kirin, lewma em li pêşberî gelên cîhanê tevahî banga hesabxwestinê dikin.

Ew wek Tabûra Şehîd Nûbar û Awzaniyan dê Komkujiya Ermenan ji bîr nekin, her wiha dê sûcdaran efû nekin. Bimire dewleta Tirk a faşîst.

Komkujiya artêşa Tirk li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, berdewama rêzebinpêkirin û komkujiyên dewleta Osmanî li dijî pêkhateyan e."

Paşê şervan û şênî ji bo pêxistina mûman ber bi dêrê ve çûn û merasîm bi pêşandina sînevîzyoneke der barê salvegera damezirandina Tûgaya Nûbar Awzaniyan bi dawî bû.

(fr-bh)

ANHA