Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin

Ev du roj in bê navber balafirên keşfê û balafirên şer li ser Wargheha Penaberan a Mexmûrê. digerin

Balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin
24 nîsan, 2020   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF‘ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.

Duh jî li Mexmûrê balafirên şer bê navber tevahiya rojê geriyan, lê nehate zanîn bê ka ev balafir ên girêdayî Iraq, hêzên koalîsyon an jî dewleta Tirk a dagirker in.

15’ê Nîsanê balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek wargeh bombebaran kirin, di encamê de 3 jin şehîd bûn. Li aliyekî din jî li herêmê di demê dawî de tevgera DAIŞ'ê jî zêde bûye.