Di 3 mehan de 6 hezar û 215 wesayîtên artêşa Tirk derbasî Idlibê bûne

Karwanekî leşkerî yê nû yê artêşa Tirk a dagirker bi rêya dergeha Kerfer Losîn a sînorê bi ser Lîwaa Îskenderonê ve, derbasî Idlibê bû û ber bi nuqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk ve çû.

Di 3 mehan de 6 hezar û 215 wesayîtên artêşa Tirk derbasî Idlibê bûne
24 nîsan, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker hîn jî sewqiyatên xwe ber bi  xaka Sûriyê ve zêde dike û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hejmareke wesayîtên dewleta Tirk bi rêya dergeha Kefer Losîn a bi ser sînorê Lîwa Îskenderonê ve derbasî xaka Sûriyê bû û ber bi nuqteyên artêşa Tirk ên li herêmê ve çû.

Ji meha Sibatê heta niha zêdetirî 6 hezar û 215 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Idlibê ya Sûriyê bûne ku tank, loderên zirxî û gelek alavên leşkerî bûn.  

SOHR’ê diyar kir ku ji meha Sibatê ve 10 hezar û 300 leşkerên Tirk derbasî herêmên Idlib û Helebê bûne.

(eh)