Li Filistîn û Îsraîlê tomarkirina rewşên mirin û pêketinên nû yên Koronavîrusê

Bi gişît kesên li Filistînê bi Koronavîrusê ketine gihişt 480’î, her wiha Îsraîlê ragihand ku 193 kes bi vîrusê mirine û hejmara giştî yên kesên pêketine jî bû 14 hezar û 882.

Li Filistîn û Îsraîlê tomarkirina rewşên mirin û pêketinên nû yên Koronavîrusê
24 nîsan, 2020   10:23
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hin hejmarên kesên li Difa El-Xeribiyê û El-Qudisê bi vîrusê ketine tomar kirin.

Wezaretê ragihand ku bi giştî kesên li Difa El-Xerbiyê û El-Qudisê bi vîrusê ketine 480 kes in.

Duh jî li Xezayê kesek ji vîrusê ji eslê 17  kesên pêketine  baş bû.

Girêdayî heman mijarê Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku hejmara giştî kesên bi Koronavîrusê ketine 14 hezar û 882 ye û hejmara miriyan jî 193 kes e.

(fr)