‛Nakokiyên li Zînî Wertê nakevin xizmeta kurdan’

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê bang li tevahî rêxistin û partiyên siyasî kir ku helwestên xwe der barê nakokiyên li herêma Zînî Wertê aşkera bikin û ji fîtneya Tirkiyê şiyar bin.

‛Nakokiyên li Zînî Wertê nakevin xizmeta kurdan’
24 nîsan, 2020   11:05
KOBANÊ

Bertekên kurdistaniyan ên şermezarkirina sewqiyetên leşkerî yên PDK û bombebarana Tirkiyê li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê ya bi ser çiyayên Qendîlê ve zêde dibin.

Der barê mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê da, her wiha endama meclisê Ronhaî Heco daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê wiha ye:

"Ji salan ve me li dijî koletî û ji bo Kurdistana azad em gihîştin lûtkeya têkoşînê, her wiha ji bo jiyana azad û birûmet gelê Kurd gelek azar di sedsala borî de kişandin. Va ye dîsa jî nakokiya biratiyê li Başûrê Kurdistanê li herêma Zînî Wertê vediger. Gelek malbatên Kurd ji nav jî malbatên kantona Kobanê ciwanên xwe di salên 90’î de di şerê biratiyê de bûn qurban. Nakokiyên heyî nakevin xizmeta kurdan. Her wiha bi hêvî ne careke din ev tişt dûbare nebe.

Di demeke tevahî parçeyên Kurdistanê li ber azadiyê ne, careke din astengiyên mîna dorpêça li dijî kampa Mexmûrê derdikeve. Bi wê re jî ji PDK’ê û tevahî partiyên li Başûrê Kurdistanê hene tê xwestin ku helwestên xwe ji dorpêşa Tirkiyê diyar bikin. Lê mixabin bi hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker ya seweriya li herêmên kurdan ên dîtir, ev nakokî zêde dibin.

Heke PKK’ê li Başûrê Kurdistanê heye, tenê ji bo parastina herêm û parastina tevahî herêmên Kurdistanê ye, ev jî ji tevan re bi parastina Hewlêr, Kerkûk, Silêmaniyê, Şengal û Mexmûrê aşkera bû.

Hewldanên PDK’ê pêkanîna hedefên Tirkiyê li xaka Kurdistanê ne.

Ji lew re divê der barê fîtneyê de hişyar bin û divê partî, alî û rêxistinên Kurd helwestên xwe der barê van kiryaran de aşkera bikin."

(fr)

ANHA