Hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê yên li herêma bêçek hedef girtin

Bi taybet piştî civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê ya bi forma Astanayê, topbaranên hêzên hikumeta Sûriyê li dijî herêmên ku çeteyên dewleta Tirk dagir kirine, zêde dibin.

Hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê yên li herêma bêçek hedef girtin
24 nîsan, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku şeva berê dîsa hêzên rejîma Sûriyê deverên li Bara û Kensefra yên li Cebel El-Zawiyê yên li bejahiyên başûrê Idlibê hedef girtin.

SOHR’ê piştrast kir ku piştî topbaranên rejîmê li wê herêmê, balafirên keşfê yên rejîmê li asîmanên bejahiya başûrê Idlibê geriyan.

Li aliyekî din jî SOHR’ê da zanîn ku duh hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kensefra û gundê Fitêra yên Cebel El-Zawiyê yê li bejahiya Idlibê topbaran kirin û her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî li asîmanên herêmê digerîn.

Êrişên hêzên hikumetê û topbaranên herêmên ku çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk dagir kirine re, yekser piştî lidarxistina civîna Rûsya, Îran û Tirkiyê ya der barê dosyaya Sûriyê de hatin.

(fr)